Cîhan

Stanbul: êrîşek xwekujî 3 mirî û deh birîndar

Li Stanbulê devera Sultanbeylî li dijê avahiyek ya polisa êrîşek bi otomobilek bombekirî hate çêkrin.Dema êrîş hate kirin li derdorê hinek kesan jî bi çekan polis dan ber gulan.Di encama teqîna xwekujî de kesê di otomobilê de mir, û deh kes jî birîndar bûn. Ji birîndaran 3 kes polisin.Vê sibehê polisek birîndar jiyana xwe ji dest da.Herweha li gora medya Tirkî, polisan li derdora bûyer pêkhatî operasyon kir û du kes ji aliyê polisan ve hatin kuştin. Polis dibêjin ku ew kesin ku gule li polis barandine.Herweha li Stanbulê balyozxana Amerikî jî bû armanca êrîşek çekdarî. Lê kuştî û birîndar çênebûne. 

Back to top button