Civak

Xelk nikare ji ber PKKê vegerin gundên xwe

Berpirsê Eniya Rojavayê Dîcle Zeîm Elî dibêje, hebûna PKKê li nav gund û cihên sivîlan tiştekî nerewa ye, ku ji ber wan Tirkiye gundan bombebaran dike û xelkên sivîl dibin qurbanî, lewma divê PKKê rewşa welatiyan wan gundan liber çav bigire, ku ji ber wan zêdetirî 1000 gundên Herêma Kurdistanê nehatine avadankirin û hatine valakirin.Zeîm Elî Berpirsê Eniya Rojavayê Dîcle ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew nearamiya ku li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê dirust bûye ku balafirên Tirkiyeyê navçeyên sînorî bombebaran dike, ji ber hebûna PKKê ye li wê navçeyê. Hebûna PKKê li nav gund û cihên sivîlan tiştekî nerewa ye, ku ji ber wan Tirkiye gundan bombebaran dike û xelkên sivîl dibin qurbanî, gunehê wê jî ji PKKê ye ne ji Tirkiyeyê ye. Tirkiye li PKKê dide, ew jî diçin nav xelkên sivîl û gundan. Eger PKKê ne li nava gundan be, balafir li wan gundan nadin. Lewma divê PKKê rewşa xelkê li ber çavan bigire, ku ji ber wan zêdetirî 1000 gundên Herêam Kurdistanê nehatine avedankirin û hatine valakirin û xelk nikarin ji ber PKKê vegerin mal û gundên xwe.”Zeim Elî wiha got: “Ew xêr û xêratên ku li gundên Başûrê Kurdistanê hene, ji berix û pez û ajelan û ji çandiniyê, herwiha ew navçeyên ku PKKê li wan in cihên siyahî û pir xweş in û PKKê destê xwe daniye ser wan û nahêle xelk nêzîkî wan bibin, herwiha xelkên wan gundan ji ber wan derbeder û şehîd bûne.”

Back to top button