Polîtîk

Barzanî helwesta xwe ya Serokayetiya Kurdistanê ragihand

Bi navê xwedayê mezin û dilovanLi 29.06.2016 di derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê li peyamekî xwe da ji bo xelkê Kurdistanê min ragihand ku eger li ser meseleya Serokayetiya Herêmê hemû alî berî 20.08.2015 negihîştin sazan û li hevkirinê ezê helwesta xwe radigihînim. Wekî diyare hê jî aliyên siyasiyan li ser vê pirsê negihîştine sazanê û hinek jî sûrin li ser awayê kudetayê û projeya wan ji bo dirustkirdina qeyranê heye lê belê projeya wan ne ji bo çareserkirin û parastina Kurdistanê ye. Ji bo wê yekê helwesta xwe di derbarê qeyrana siyasî ya Herêma Kurdistanê bi we yên xweşdivî radigihînim.Cemawerê serbilindê Kurdistanê …Spas ji bo xwedayê mezin ku li hemû qonaxên xebat û li hemû rûdawan û hemû berpirsiyariya şoreşgerî û hîzbî û fermiyan da li gel gelê Kurdistanê û neteweya Kurd rastgo bûme. Hemû demek li ber berjewendiya giştî hemû rastî nayên gotin, lê belê herdem min xwe li bin wê berpirsiyariyê dîtiye pêwîste her tiştekî ku ji gelê xwe re bibêjim, rastgoyane be.Gelek mixabin ku rewşa siyasî ya navxweya Herêma Kurdistanê gihîşte vê asta niha. Di derbarê van qeyranên ku niha gelê Kurdistanê pêve mijul kiriye, dixwazim hinek rastiyê ji bo gelê Kurdistanê eşkere bikim û rûnbikim. Berî hemû tiştekî jî dixwazim behsa hinek qonaxên siyasî ya piştî raperînê bikim, ku min bi xwe têda rol dîtiye.Şoreşa Kurdistanê bi navê azadî û demokrasî û dadperweriyê da rabûye. Bi vê nêrînê ve jî piştî raperînê li girseyekî cemawerî ya berfireh da li bajarê Koyê li Adara 1991 min bi xelkê Kurdistanê ragihand ku divê hilbijartin bê kirin û şer’iyeta şoreşgerî cihê xwe bide şer’iyeta hilbijartin û demokrasî û destûrê. Şanaziyê jî bi wê yekê dikim ku min xebat bi navê demokrasiyê da kiriye û bangewaziya min a yekem jî hilbijartina demokrasiyane bûye li Kurdistanê da. Bi qurbanîdan bi encamê rasteqîne jî, me wiha kir ku gelê me li yekem hilbijartina Kurdistanê da keda wî bi xisar nebê, bi vî awayî jî yekem Parlemen û Hikûmet li rêya hilbijartinê ve li dîroka Kurdistanê da dirustbûn. Ji bo wê yekê ku hukma yasa cîgîr bibê û Kurdistan bibê welatekî damezraweyî. Şanaziyê dikim ku min gotiye nabê kes li Kurdistanê da ji yasa bilindtir bê û bi dirêjahiya karê fermî ya xwe de girêdayî wê bûm û min hewl da bingehên baladestbûna yasa bêne çespandin. Li dema kêşe û tûndutîjiyên navxweyiyan de jî herdem min hewl daye Kurdistanê ji şer dûr bixim, ku şer jî hilgîrsa min hewla dirustkirina aştiyê daye bo ku proseya demokrasiyê li welatê me da berdewam bibe. Li vî warî de nikarim rola birayê xwe yê birêz cenabê Mam Celal ji bîr bikim, ku ji bilî rêgîriya wan kesên ku hez ji aştiyê nedikirin, hewl da ji bo aştiyê û spas ji bo xweda me karî pêkve aştiyê li Kurdistanê da dirust bikîn û li rêya rêkkeftina stratejiyê ve, carekî din dirêjiyê bi proseya demokrasiyê bidîn. Her çende gelek kes û alî ketine dijayetîkirin wê, lê belê rêkkeftina li navxo û Iraq û li asta navdewletî da ji bo gelê Kurdistanê gelek pêşketinê pêkanî.Li sala 2005 li dema hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê li nav Parlemena Kurdistanê da, me tu kêşeyek nebû ku Serok li Parlemen ve bê hilbijartin yan ji aliyê xelkê ve. Her çende herdem li gel hilbijartina raste rast ya Serok bûm ji aliyê xelkê ve. Lê ji aliyê min ve eve girîng bû ku damezraweya Serokayetiyê li Kurdistanê da dirust bibê û Serokek bê bikarê xizmeta gel û nîştîman bike. Ji ber ku Kurdistan li rewşek da bû pêwîst bû payeyên deshilatdariya xwe bi hêz bike. Lê belê wê demê gelek ji wan kesên niha rondik ji bo hilbijartina Serok li Parlemen dirêjin, ji xelkê re digotin “ku Parlementer li hilbijartina Serok tûşî îhracê dibin û nawêrin bi azadî tevahî û bi başî deng bi Serok bidin. Ji bo wê yekê ew Serokê ji aliyê Parlemen ve bê hilbijartin, Serokekî ne şer’î ye, û zadeya rêkkeftina partiyane û digotin divê Serokê Herêma Kurdistanê raste rast ji aliyê gel ve bê hilbijartin”. Eve û hinek babetên din wiha kir li sala 2009 ku berpirsiyariya Serokayetiya Herêma Kurdistanê bigrim ser milê xwe û min pêdagîrî kir ku Serokê Herêma Kurdistanê raste rast ji aliyê xelkê ve bê hilbijartin. Bi vî awayî hilbijartin hate kirin û hemû aliyek jî dizanê ji bilî hemû çewaşekariyan, encama wê çawa bû.Her çende niha dibînîn bi awayê xwesepandin û dûrî li bingeh û rûhiyeta tewafuq û pêkvebûnê ku Serokayetiya Parlemen û kabîneya Heştem li ser damezraye û desthilat pê tê birêvebirin, hinek alî dixwazin awayê hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê û desthilatên wî biguherin, û eve jî mebesteke şexsî û siyasî li pişte.Gelê xweşdiviyê Kurdistanê şahidiya ewe ji bo min dide ku bi dirêjahiya dema Serokayetiya Herêma Kurdistanê de, min hewl daye aramiyekî siyasî navxweyî li Kurdistanê da hebê. Partî nekevin uzeya hevdû, belku uze û enerjiya xwe li pêşxistina welat da bikarbînin. Me hewl daye partî li ser giriftên navxweyiyan da zal bin bo ku li Iraqê da bi hêz bîn û bikarîn yarmetîderê beşxorên din jî bîn. Ji bilî wê qeyrana dasepane jî me karî rûbirûyê Da’îş bibîn. Her wekî çawa berê jî me karî li ber hêza Dîcle û leşkerkêşiyên din da jî rawestîn.Ew nefesa li 23 ê hezîrana îsal da xwest li Parlemena Kurdistanê da xwe bisepênê li niyaza têkdana sazanê helqula bû. Ji ber ku pêş hemûyan li 16/07/2013 min daxwaz kir ji Parlemen û hemû aliyan ku sazan li ser projeya destûr bikin. Eve jî belgeye li ser amadeyî ya me ya ji bo li berçav girtina têbînî û daxwaza hemû aliyan. Ji bo wê yekê destûrek deynîn ku tewafuqa hemûyan li ser bê û sîstema welatê me rêkbixe. Bi awayê hilbijartin û desthilatan Serokê Herêma Kurdistanê ve jî ku ew jî beşekin ji projeya destûr. Ji bo rûnkirina rastiyan û bi bîranîna jî, teksta wan dêran wekî xwe li vir da bi bîr tînim ku min li peyama min da hebûn: “Daxwaz ji Serokayetiya xula dahatûya Parlemena Kurdistanê dikim ku li bin ronahiya wê nameya min ku li 12.06.2013 da min pêşkêşî Serokayetiya xula niha ya Parlemenê kiribû, piştî hilbijartinên 21/09/2013 destbicê li kombûna destpêkiyên Serokayetiya Parlemenê da bi zûtirîn dem mekanîzmek peyda bikin bo ku li maweyeke kêmtir li salek da bigihin tewafuqa li ser hemwarkirina projeya destûr û aliyeta hilbijartina Serokê Herêmê. Wê demê hilbijartina Serokekî nû yê Herêma Kurdistanê encam bide û wê emaneta li destê me daye bidîn her birêzekî din ku baweriya gelê Kurdistanê bi dest tîne” Gelo ev daxwaz wateya wê ewe buye ku ez dixwazim li ser kursî bimînim? yan bi wê wateyê bû ku welatê me bibê xwediyê destûr û proseya siyasî li dengê gel û sazan da berceste bibê? Dixwazin rastiyan berevajî bikin û wiha pêşanê xelkê bidin ku em dijî bingehên demokrasî û yasaya ne û ew bi xwe parêzerê yasa û demokrasiyê ne. Ewe li halêk daye ku min bi rûnî daxwaza hilbijartin û sazan û çareseriyê ji aliyan kiriye û amade jî bûme ji bo cîh bi cîhkirin û pabendbûna bi yasa.Me dixwest bi vî awayî bi guftûgo û sazanê li ser hemû yasayan rêk bikevîn. Mezintirîn belgeya wê helwest û nêrîna me, ewe bû ku di derbarê projeya destûra Herêma Kurdistanê de me nîşanda.Reşnûsa destûra Herêma Kurdistanê bi komdengiya 36 partiyên Kurdistanî li kombûna partiyên Kurdistanî li Koye rêkkeftin li ser hatibû kirin. Paşê li Parlemena Kurdistanê da bi dengê 96 Parlementeran ve hate pesend kirin. Tenê ewe mabû gelê Kurdistanê li referandumek da deng li ser bide. Lê belê bi navê geşepêdana wê sazanê dirust bibû, razî buyîn projeya destûra Herêma Kurdistanê neçe referandumê. Lê belê mixabin helpeya sepandina îradeya dûrî li tewafuq û hewldanê ji bo rûşandina hêz û kesayetî û remzê siyasiyan li pêş çavê xelkê Kurdistanê, wiha lê kirin tewafuqê têk bidin. Ewê me pêş dû sal daxwaz dikir li ser rêk bikevîn û bi ruhiyeta sazanê me reftar kir û me nermiyê nîşanda li neşandina projeya destûr ya referandumê de. Li demek da hemû alî mijul bûn li ser pirsa Serokayetiya Herêma Kurdistanê li hevdû diçûn pêşve bo guftûgokirinê, ewên bi rik û kînê ve bîr dikirin, daxuyaniyan didan û digotin: “Çawa me projeya destûrê pê hilweşand bi heman awayî jî wan naçar dikîn mecbur bin ji bo guherîna yasaya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, eger na divê wan ji Hewlêrê jî der bikîn”. Di demek da ku hemû rewş gelek asayî bû û pêwîstî bi wê alozkirinê jî nebû…Hewla têkdana yekrêziyê bi eşkere li nav Parlemenê de jî kar li ser hate kirin, bi pêşkêş kirina projeya hinek ji partiyan ji bo guherina yasaya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, ji bo eweye bi zêdehiya yek deng bikarîn yasayan biguherîn û diruşma xwe de digotin: “Divê ew hemû yasayên ku rehenda wan ya nîştimanî heye bi sazan biryar li ser bê dayîn neku bi zorîne û kemîne”, ku yasaya Serokayetiya Herêmê yek ji wan yasayane. Li gel ewe da jî dîsa me hewl da tewafuqê biparêzîn û li 18.05.2015 li gel partiyên beşdarên Hikumet û Parlemenê da kombuyîn û me daxwaz ji wan kir bi sazan û bi awayeke yasayî wê pirsê çareser bikîn. Lê belê bi sedema wê keşûhewaya bi riq û kînê ve hatibû dirustkirin, hengav ji bo wê hate avêtin.Wekî erk û pabendbûna me ya bi yasaya Serokayetiya Herêma Kurdistanê û li 13/06/2015 me daxwaz ji Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinan kir ku rêwşuwênên pêwîst li ber bigrin ji bo hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê bikin. Lê belê bersîva komîsyonê ewe bû ku nikarin hilbijartinê bikin.Hemwelatiyên xweşdivî…Şanaziyê dikim ku beşdarekî serekî yê danîna bingeha demokrasî û aştiyê me li welatê xwe da, şanazî dikim her li xortaniyê ve Pêşmergeyê azadiya gel û welatê xwe me. Ew welatê min xebat ji bo wê dikir Serokê heta hetayî têda nebûye û niha jî dijî eweyîn ku Serokê heta bi mirinê hebê. Her wekî ku dilniyame gelê Kurdistanê rê nade bikevê bin barê sepandina îradeyekî xwesepêner. Niha gelê Kurdistanê li ber metirsiyekî mezin daye. Ewên dibêjin eve xolkirine çavê xelk û pasaw anîne, ew bi xwe dizanin ewan rastîn û bi vî awayî gelê Kurdistanê berev hildêr ve dibin.Kombûna Parlemen li 23 ê hezîran hilgeran bû ji bingeha wan sazanên ku çendîn sale me peyrew kiriye û li ser rêkkeftî buyîn. Hemû daxwazeke wan ji bo paşxistina kombûnê û derfetdanê tewafuqê retkirin û eve jî têkdanekî tevahiya wê bawerî û sazanê bû ku ewan bi xwe jî çend sal bû bangeşeyê ji bo wê dikir. Her çende post û lîjneyên Parlemena Kurdistanê û Iraq li ser bingeha wê tewafuqê hatine dabeşkirin. Yek ji wan jî posta Serokê Parlemena Kurdistanê her çende niha bê alî û mîsdaqiyeta xwe ji dest daye. Eger tewafuq jî nemîne divê pêdaçûnê bi wan hemû rêkkeftinan bê kirin ku li ser bingeha tewafuqa li navbera aliyan de hatine encam dan.Roja 16/04/2015 me peyamek pêşkêşî gelê Kurdistanê û Serokayetiya Parlemen û Encûmena Wezîran û hemû aliyên siyasiyan kir. Li wê da me wan agahdar kir ku hewlekî metirsîdar heye ji bo dirustkirina dû berekî û dû îdareyî ya li Herêma Kurdistanê da, wê demê hinek kesan ji xelkê re digot ewe ji bo tirsandin û çewaşekirine. Niha piştî 23ê hezîranê, cemawerê Kurdistanê dizane ew metirsiya me wê demê xistiye rû, mixabin bi awayeke gelek zeq derket. Her wekî li çend daxuyaniyek de jî wan kesan bê pêç û pena heza xwe ya ji bo perçekirina Kurdistanê veneşartin. Me li 2004 de rê bi federaliya parêzgehan û perçekirina Kurdistanê neda û niha jî rê bi perçekirina ax û gelê Herêma Kurdistanê nadîn.Gelê xweragirê Kurdistanê ya bi hemû pêkhatan ve…Di demek da em li şerekî berfireh û demdirêj dane li gel Da’îş, em hemû matembar û xemgînîn ji bo sedan Pêşmergeyên şehîd û birîndar, sedan keç û jinên me yên ku hatine revandin, beşekî zêdeyê koçberê mîlletê me li bin çadir da dijîn. Ji bo wê yekê birastî min nedixwest tu peyamekî bi vî awayî li vê demê da belav bikim. Lê belê ji ber ku rewşê gihandin vê asta nexweş, ku welatên cîran û dost ji me re dibêjin dirustbûna vê qeyranê şaşe û ziyanê bi we digihîne. Her wiha ji ber ku mesele bi şexsê min ve hatiye peywistkirin, min bi pêwîstî zanî vê peyamê bi we yên xweşdivî ragihînim.Ez xwe bi xwendekarê, xwendingeheke pîroz datînim. Ji Şêx Abdulselam Barzanî fêrî kultûra pêkvejiyan û qurbanîdana bi navê serbixweya Kurdistanê buyîn. Ji Şêx Ahmedê Barzanî fêrî ewe buyîn ku dîn pêş hemû tiştekî exlaqe û bîr û bawer ji kot û zîncîran bi hêztire. Ji Mela Mistefayê Barzanî fêrî jiyana Pêşmergayetî û cangoriyê buyîn. Yekem tişt jî ku ji dûrî bav û malbata xwe ve fêr bûm, dayika min ez fêr kirim ku ew jî rastgoyî bû. Li terîqet û Mewlana Şêx Xalidê Neqşebendî fêrî tehemmulê buyîn. Li partî û şoreşa Eylûl û şoreşa Gulanê fêrî Yan Kurdistan Yan Neman bûm. Her wekî ku fêr bûm bi hêviyê ve berev paşarojê ve biçim. Ji dayika şehîdan ve fêrî berengariya berdewam û xweragiriyê bûm û ji Pêşmerge jî fêrî berxwedan û retkirina hemû îradeyeke sepandinê bûm. Min baweriyeke tevahî jî bi wê yekê heye serkeftina gelê Kurdistanê li yekrêziyê daye û raperîna 1991 nîşan da ku yekrêzî merca serkeftinê ye.Li meha adara îsal li piştî wê yekê li gel şandekî ku me seferê Amerîka û Ewrupa kir, asoyekî ji berê rûntir li ber pirsa serbixweya gelê Kurdistanê pêkhat. Lê belê bi dirustkirina vê qeyranê ev aso dikevê bin hereşe û metirsiyê. Ew asoya ku gelê Kurdistanê çendîn sale xebatê ji bo wê dike, xelkek heye wiha dibêjin eger li ser destê Mesûd Barzanî pêk bê em ewe naxwazîn, lê belê ez memnûnê wî kesî dibim ewê hêviya gelê Kurdistanê pêkbîne û her eve jî cûdahiya di navbera min û wane.Kurdistaniyên azîz, Pêşmergeyên qehreman…Hevrê li gel we rêz li serweriya hemû yasayên welatê xwe digrim, sum’eya Pêşmergayetiya xwe jî bi hîç tiştekî naguherim, Pêşmergeyê serbixweyî me û ez wê jî ji hemû postekî mezintir dizanim û her kes baweriya wê armancê hebê heval û birayê meye. Hemû Pêşmergeyên Kurdistanê bi kur û keç û kesê xwe dizanim. Hemû gelên navçeyê jî bi cîran û dostê xwe datînîn. Pabendbûna xwe jî bi kultura pêkvejiyan û aştî û parastina pêkhatên neteweyî û oliyan dûpat dikîn.Di derbarê sîstema siyasî jî sîstema Kurdistanê Parlemeniye û eve gelek bi rûnî li maddeya 1 ê reşnûsa projeya destûr da jî hatiye. Dibe ku nêrînên cûda li ser awayên hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê hebê. Li ser awayê hilbijartina Serok pêşniyara ewe dikim ku vê babetê bila gel yekalî bike û li ser awayê hilbijartina Serok jî rapirsî bê kirin. Ji ber ku xelkê Kurdistanê hemû ne hizbî ne û nabê mafê xelk bê zeft kirin.Heta li jiyan da mabim ez xwe bi Pêşmergeyê nîştîmana xwe û hemû gelê Kurdistanê dizanim. Hemû gelê Kurdistanê li cem min xoşewîste, hemû temena xwe jî min ji bo gel û welat terxankir û herdem eve min bi erk temaşe kiriye û li hemû tiştek jî zêdetir şanaziyê pêve dikim. Ewê ji bo min girînge helsengandina Pêşmerge û xêzana şehîdan û xelkê xwedî wîcdana welatê mine.Di dawiyê de nêrîna xwe ya ji bo derketina ji vê qeyranê ji bo we yên xweşdivî derdibrim:Yekem: Ji bo çareserkirina kêşeyan xwesepandin û awayê kudetayê hîç encamekî xwe nabê û nayê qebûl kirin.Duyem: Hemû hizbên li nav Hikûmet û Parlemen lezê bikin li rêkkeftina li ser çareseriyeke bi sazan ku li berjewendiya gel û nîştîman da bê.Sêyem: Eger negihîştîn sazanê divê berev hilbijartina pêşwext biçîn.Li dawiyê de divê em hemû dilsozane li parastina yek perçeyî ya axa Kurdistana Iraqê û zemînesaziya zêdetir ya ji bo mafê çarenûsa gelê Kurdistanê û paşarojeke baştir ya ji bo xelkê Kurdistanê de berdewam bîn.Daxwazê ji Pêşmergeyên xweşdivî dikim qeyrana siyasî û kêşeyên navxweyiyên Herêmê bi hîç cûreyek bandorek li ser moral û xweragiriya we yên qehreman neke û çawa heta niha bi wêrekî li beranber dijmin rawestane û we terorîstan têk biriye her wiha jî bi moraleke polayî bimînin û ez jî li gel we yên xweşdivî me û palpiştê we me.Daxwaz ji xelkê serbilindê Kurdistanê jî dikim hişyar û agahdar bin û rê nedin yarî bi çarenûsa we bê kirin.Silav li giyanê pakê şehîdanSilav li PêşmergeSerkeftin ji bo gelê KurdistanêMesûd BarzanîSerokê Herêma Kurdistanê09.08.2015

Back to top button