Polîtîk

Barzanî bersîva Pêşmergeyan da

Ji bo hevsenger û birayên minê xweşdivî, Pêşmergeyên qehreman…Yadaşta we gihîşt ku di derbarê rewşa niha ya Kurdistanê we pêşkêşî me û xelkê Kurdistanê kiribû. Naveroka bangewaziya we derbirîna raya me jî dike û li gel we hevrê me. Palpiştiya daxwaziya we dikim û dengê xwe dixim pal dengê we yên qehreman.Li vê rewşa nehemwar da pêwîste bi hevdû têgihiştin û sazan û li hevkirinê, kêşeyên xwe yên navxweyî çareser bikîn. Gelek nexweşe û nabê bi destê xwe qeyranê dirust bikîn û bibîne çavkaniya tirs û gumanên xelkê. Ewê xwîna şehîdan û cangoriya Pêşmerge û metirsiyên li ser welatê xwe li ber çav bê, tu demekî destê xwe ji bo dirustkirina qeyranê nabe.Wekî Pêşmergeyek, gelek bi başî hestên we têdigihim û şahîdê qehremanî û ked û xebata we ya ji bo bergirîkirina li şeref û kerameta Kurdistanê me. Ji êşa dayika şehîd û azar û nalîna birîndaran têdigihim û dizanim Pêşmergeyên me yên qehreman li çi rewşek û bi çi giyanek li sengerên xwe dane û bi ruyê dijminekî dirinde rawestane. Hûn cihê şanaziyê ne û parêzerê Kurdistanê ne. Hêvîdarim hûn û xelkê Kurdistanê rê nedin çarenûsa welat berev asoyekî nediyar ve biçe.Mesûd Barzanî09.08.2015 

Back to top button