Aştîya navxweyî û perspektîva Kurdistanî
Ji ber ku PKK ji afirandina xwe û hetanî roja îro siyaseta çekdarî meşandiye û dimeşîne, her li gora vê siyaseta xwe jî dostanî û dijminatîyên xwe ji bî nav kir. Di vê binavkirinê de para tevgera Kurd bi dijminatî hat zimên. Diyalog û aştîya navxweyî ji bo PKKê qet nebû xem.Helbikî diyalog û aştîya navxweyî şertek herî giring ji şertên serketinê ye. Li welatên ku rêxistin û partîyên wê ne li hev bin, bi hevre ne di diyalog û aştîyê de bin, ji arêşeyan xelas nabin û di armancên xwe de zû bi zû bi ser nakevin. Bi taybet di welatek mîna welatê me Kurdistanê de diyalog û aştîya navxweyî ji me re ji mirinê ferztire. Çawa ku xwarin û vexwarin bingeha jiyana insên e, wilo jî diyalog, hezkirin û aştîya rêxistin û partîyên Kurd nîşana azadî û serketina milletê Kurd e. Nimûna herî giring û berbiçav yekîtî û hevkarîya PDK û YNK ye. Heger PDK û YNK li ser esasên berjewendîyên netewî nehatina cem hev û dijminatî ji nav xwe ranekirana, îro azadîya başûrê Kurdistanê ne mimkin bû. Piştî şer û dijminatîyek dûr û dirêj, herdu alî jî têgihiştin ku serketin di yekîtî, hevkarî û paraztina berjewendîyên netewî de ye. Yan na,wê herdu alî jî biserneketibûna û wê îro başûrê Kurdistanê ne di rewşa îro de bûya.Gava em li bakurê Kurdistanê dinerin, em qebûl bikin yan nekin, dibînin ku hêza herî xurt û xwedî derfet PKK ye. Bi qencî û xerabîyên xwe ve, bi rastî û xeletîyên xwe ve PKK li bakurê Kurdistanê alternatîfa herî xurt e. Heger em helwesta xweyî şexsî, hezkirin û nehezkirina xwe deynin alîyekî û wek Kurdekî bê teref li meselê binerin, emê bibînin ku îro PKK di doza Kurd de alternatîf û mixatabê dewleta Tirkiyê ye. Em bixwazin yan nexwazin ev rastî nayê guhertin ji ber ku îro bi hêz û xebata xwe li meydana şer û siyasetê PKK û HDP heye. Xebata hêz û partîyên din li ber xebata van herdu partîyan winda dibin û ji ber ku hêzên li derveyî PKK jî ji diyalog û aştîya navxweyî dûr in, tenê PKK wek alternatîfa herî xurt dimîne.Tam di vê xalê de divê PKK dev ji siyaseta xweyî şaş berde û xwe zêdetir nêzîkî tevgera Kurdistanî bigire. Di vê qonaxê de şansekî mezin li ber PKK heye ku dev ji hirs û dijberîya tevgerên din berde, dev ji vê rêveberî û siyaseta şaş a niha berde û di şûna ku bi partîyên Tirkan re enî yan ”partîyên sîwan” çêke, hêzên Kurd li hev bicivîne û wek hêza herî xurt pêşkêşîya avakirina enî yan cepheyek netewî bike. Heger PKK birastî netewî difikire û xwe wek nûnerê Kurdên bakur dibîne, divê di xurtkirina diyalog û hevkarîya hêzên bakurê Kurdistanê de xwedî helwestek netewî be û vê erka xwe bîne cî. Divê ew xwe ji wan şablonên xweyên ku jêre hatine hazirkirin derkeve, zêdetir netewî û Kurdistanî bifikire û gava ku jê tê xwestin bavêje.Di tekoşîna azadîya millet û welatekî de xeletî dibin, kujtin dibin, dijminatî û şerê brakujî jî gellek caran dibin. Li her welatê dinyayê bûne. Lê ku mesele hat û li berjewendîyên netewî sekinî, divê em karibin dijminatî û dilmayîna navxweyî deynin alîyekî û di çarçoweya berjewendîyên netewî de dest bidin hev û hevdu himbêz bikin. Kînê li himberî hevdu najon, neyên lîztika dewletên dagîrker û kêfa dijmin li xwe neynin. Nimûna herî baş şerê 92-93-94 e.PKK çêtir zane, di şerê 92-93-94an, di şerê navbera PKK û PDK de bi hezaran Kurd bê sûc û bê guneh şehîd ketin. Lê rojekê tenê jî serok Barzanî û PDK kîn najot û dijminatîya PKK nekirin. Çima? Ji ber ku êdî kîn û nefreta li dijî hev, şer û pevçûna brakujî ji ziyanê wêdetir tu fêdê nade Kurdan. Serketin ne di dijminatî û şerê hev de lê di tifaq û hevgirtina netewî de ye. Bi taybet gava ku serok Barzanî lêborîna xwe ji şehîdên Kurdistanê xwest û şerê brakujî wek dijminê herî xedar bi nav kir, divê hêzên herçar parçeyên Kurdistanê vê helwest û ramana Mesûd Barzanî ji xwe re wek nimûneyek bêhempa bigrin û jê dersan wergirin.Netewayetî, netewparêzî stûna Kurdayetî û serketina milletê Kurd e. Heger em Kurd bi ruh û hestên netewparêzî tev negerin, li ser esasên berjewendîyên netewî neyên ba hev û li dijî dijminên xwe nebin yek, weke ku rehmetî Mela Mistefa Barzanî digot ” Çi kesê ku hestên netewayetî pêre tunebe, wê rojek ji rojan îxanetê li gelê xwe bike” emê jî rojek ji rojan îxanetê li millet û welatê xwe bikin.Nûrî Çelîk