Partiya azadiya Kurdistanê de derbarê kuştina sivilan li Başûrê Kurdistanê daxûyaniyek belav kir.Daxuyaniya PAKê:Li gor agahîyên ku me bi dest xistine îro dahnê sibê di encama bombebarankirina Dewleta Tirkan ya li ser Başûrê Kurdistanê de li gundê Zergelîyê 8 sivîl û 2 gerîllayên PKKyê şehîd bûne. Di nav van sivîlên ku şehîd ketine jineke dûcanî jî heye. Di vê êrîşê de 11 kes jî birîndarbûne û tê gotin ku rewşa sê birîndaran girane.Gundê Zergelî bi temamî wêran bûye û hatîye vala kirin. Em êrîşa Dewleta Tirkan ya li dijî xaka Başûrê Kurdistanê û seranserî bakurê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.Em careke din bang li dewleta Tirkiyê dikin ku hemû êrîşen li bakur û başûrê Kurdistanê di cî de bisekinîne. Bila dewleta Tirkan û PKK di cî de agirbestê îlan bikin.Bi beşdarbûna hemû hêzên sîyasî yên bakurê Kurdistanê û bi garantorîya hêzên navneteweyî li gel dewleta Tirkan bila ‘’pêvajoyeke çareserîyê’’ ya rasteqîn dest pê bibe. Em ji gelê Kurdistanê re û bi taybetî ji malbatên şehîdan re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.01.08.2015 Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê )