Herdema pirsa ragihandina dewleta Kurdî tê holê, hinek hêz astengan peyda dikin û ji bo rojeva serxwebûna Kurdistanê bê guhertin dest leyiztika dikin probleman dertêxin holê.Ev hêz kîne û ji bo çi vê yekê dikin?ji berî her tiştekî dewletên ku Kurdistan di nava xwe de dabeş kirîne dijê ragihandina dewletek Kurdî ne. Yanî bi tu awayî serxwebûna Kurdistanê naxwazin.Ev dewlet dema behsa serxwebûnê tê kirin di cih de hevalbendên xwe yên Kurdistanê têxin hereketê.Tu demî wek vê konaxê behsa serxwebûna Kurdistanê nehatiye kirin.Taybetî piştî hevdîtina serokê Kurdistanê û serokê Amerika, ji bo ragihandina dewleta kurdî li Başûrê Kurdistanê prosesek nependî destpêkir.Serokê Kurdistanê gelek vekirî behsa ragihandina dewletê ji gelek serokê welatan re kir. Cara yekeme di cîhanê de ragihandina dewletek kurdî bi erênî tê pê?wazî kirin.Herweha ev cara yekeme ku di dîroka siyasîya Kurdistanê de, pirsa ragihandina dewleta Kurdistanî ji temenî û gotinan derdikeve dikeve warek paraktîkî de.Li gora vê jî pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêr de têne dîzayn kirin û rêvebirin.Li şerê dijê DAÎŞê de pêşmergeyên Kurdistanê bi zelalî sinorên Dewleta Kurdistanê dan kifşkirin.Di cih de li Başûrê Kurdistanê ji bo rê li vê yekê bête girtin aliyên wek YNKê, GORAN û du partiyên Îslamî ketin dewrê û aloziyek ne di rojevê de derêxistin.Behsa serokatiyê kirin û 23ê Hezîranê xwestin bi navê demokrasiyê inqilabek di parlementoyê de bikin.Rasti xwestin ku bi navê demokrasiyê biçika demokrasiya li Kurdistanê heyî jî qetil bikin.Lê serneketin.PKK, YNK û Goran di eniyek hevbeş de şerê serxwebûnê dikin û astengan di rêya ragihandina dewletek kurdî de bi zanebûn peyda dikin.PKK vekirî li dijê dewletek serbixwe ye. Vê yekê her demî dibêje. Berpirsên PKKê eşkere dibêjin ew dewletek kurdî naxwazin. Herweha daxwaziya deletê wek kevneperestî dinirxînin.Lê YNK û Goran naxwazin ji Bexdayê dûr bikevin. Taybetî beşek di nava YNKê de Bexdayê ji Hewlêr nîziktir dibînin. Ew xwe ne Kurdistanî lê Iraqî dibînin.Îro li Başûrê Kurdistanê rewşek awarte heye, pêvajo gelek zîz e. Mesud Barzanî ji bo kurda şanseke. Herweha serokê ku dewleta Kurdî ragihinê Barzanî ye.Ev yek dihêle aligirên serxwebûnê di vê rêbazê de siyasetê bikin.Di vê qonaxê de dijitiya Barzanî, di bingehê xwe de dijitiya ragihandina dewleta kurdiye.Divê kêmasî di vê pêvajoyê de li gora vê perspektifê mirov berê xwe bide pirsgirêkan û li gora wê jî xwedî helwest be.11.8.2015Dara Bilek