Polîtîk

Barzanî û Nuceyfî rewşa Daîşê nirxandin

Roja çarşem 10.06.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Usame Nuceyfî Cîgirê Serok Komarê Iraqê kir.Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û pêşhatên emniyên dawî û tehdîd û hereşeyên terorîstan ya li ser Iraq û navçeyê guftûgo kirin. Her wiha behsa rewşa parêzgeha Enbar, Nînowa û Selahedînê kirin û çawayiya rûbirûbûna terorîstan û azadkirina navçeyên bin desthilata Da’îşê nirxandin.Li vê kombûnê da tekez li ser parastina ser û malê hemwelatiyan û koçberan kirin û bi pêwîstî jî zanîn ku rê li hemû hewlekî bigrin ku dibê sedema guherîna demografya navçeyên cûr bi cûrên Iraqê. 

Back to top button