Polîtîk

PDKê gelên Tirkiye û HDP pîroz kir

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pîrozbahiyê li HDPê û gelê kurd li Bakurê Kurdistanê kir.Bi minasebeta hilbijartinên Tirkiyeyê û derbaskirina berbesta ji sedî 10 ya hilbijartinan ji aliyê HDPê ve, îro Sekreterê mekteb siyasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî di presskonferansekî de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî gelên Tirkiyeyê û HDPê kir.Fazil Mîranî eşkere kir ku hilbijartin nexşeya siyasî ya Tirkiyeyê goherî û ti partiyek bi tenê nikare bibe desthilat lewre hêvî dikim ku encamên hilbijartinan bibin sedema bihêztir kirina demokrasî û pêşdebirina prosesa aştî li Tirkiyeyê û HDP AKPê jî biîsrartir bin li ser helwestên xwe yên bo sepandina aştî û demokrasî, jiber ku ew babet bo tevahiya deverê girînge.Derbarê pirsiyarekî de ku gelo partiya demokrata Kurdistanê bi vê yekê dihat tometbarkirin ku piştgîriya HDPê nekiriye, Mîranî got: “PDK partiyeke netewî ye û peyama PDKê jî ji peyama tevahiya wan partiyan ku ew gotinên han belav dikin bihêztire, raste PDK nebû beşek ji prosesa kampanyaya hilbijartinan jiber ku ev pirseke taybet bi asayîşa nîştimanî ya Kurdistanê ve, em hertim daxwaz ji welatên cîran dikin ku destwerdaniya karûbarên navxweyî yên Kurdistanê nekin vê demê em çawe dikarin destwerdaniya karûbarên navxweyî welateke cîran bikin? Jiber vê çendê partiya demokrata Kurdistanê xwe nekir hevparê prosesa propagendeyê.” 

Back to top button