Polîtîk

Encamên hilbijartinan ji bo gelê kurd li Tirkiye bilind nirxand

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê di çarçoveya serdanan xwe de bo bajarê Silêmaniyê, serdana Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goran kir.Di dîdarekê de, rewşa herêma Kurdistanê û Îraqê, rûbirûbûna terorîstên DAÎŞ û herwesa pirosesa çaksaziyê û organîzekirina karûbarên hikûmeta herêma Kurdistanê, pilanên paşerojê û pirsgirêkên warê neft û dahatiniyê herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.Barzanî û Newşêrwan di dîdara xwe de behsa encamên hilbijartinên Tirkiyeyê kir ku yekemîn care partiyeke kurdî di hilbijartinên parlamentoya Tirkiyeyê de serbikeve û buçe parlamentoyê. Her du aliyan hêfxweşiya xwe li hember encamên hilbijartinan diyar kir û encamên hilbijartinan ji bo paşeroja gelê kurd li Tirkiyeyê bilind nirxand û hêvî xwestin  ku encamên hilbijartinan bibin palderek ji bo serkeftina pêvajoya aşitiyê û çareserkirina pirsa kurd li wî welatî.
Back to top button