Ozçelik telefonê Demirtaş kir
Serokê Giştî yê PAKê Jiber Êrîşa Amedê Telefonî Selahattin Demirtaş KirSerokê Giştî yê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik, jiber êrîşa ku roja 05.06.2015ê li Amedê li mîtinga HDPê hatibû kirin telefonî Hevserokê Giştî yê HDPê rêzdar Selahattin Demirtaşî kir.Di vê êrîşê de, 4 welatîyên me şehid ketibûn, bi sedan welatî jî birîndar bibûn.Di peywendiya telefonî de rêzdar Mustafa Özçelik, got ‘’ Em vê êrîşê û yên ev dane kirin bi tûndî rûreş dikin.Ev êrîş li hemû gelê Kurdistanê hatiye kirin. Divê em giş, bi sikûneteke hestiyar, li himber van provakasyonan bisekinin’’. Rêzdar Selahattin Demirtaş jî, jibo vê hestiyarî û telefon kirinê, spasîya xwe ji rêzdar Mustafa Özçelik re bilêv kir. 06.06.2015 Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)


