Polîtîk

N.Barzanî: Tu kes nikare nasnameya neteweyî ya êzidiyan ku kurd in bixe jêr pirsiyarê.

Di çarçoveya serdanana xwe ya bo Duhokê de, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê,  pêşwazî li şandeyeke Civata Ruhaniya Êzidiyan a bi serokatiya Hazim mîr Tehsîn bege, cîgirê mîrê êzidiyan kir.Di civînekê de ku Babe Şêx mezine kesatiyê ola êzidiyan û hijmareke kesatiyên olî û nûnerên Mala Êzidiyan a Almaniyayê amade bûn, şandeya mêvan sipasia serokwezîr, waliyê Duhokê û hemû saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê li tixûbê wîlayeta Duhokê kir ji bo wê alîkariya ji bo koçberên êzidî kirî. Şnadeya Civata Ruhaniya Êzidiyan bi navê xwe û hemû êzidiyên navxwe û derveyî welêt sipasiya xelkê devera Badînan bi giştî û Duhok û Zaxo bi taybetî kir ku, bi dilekî gelek gerim pêşwazî li koçberên êzidî kirin deriyên malên xwe jê re vekirin û bi camêrî ew hewandin.Şandeya mêvan daxwaz ji serokwezîrê Kurdistanê kir ku piştevanî û alîkariya pêkanîna Civata Êzidiyan bike ku daxwaza hemû êzidiyên navxwe û derveyî welêt e, daku ew civat digel Civata Ruhaniya Êzidiyan, digel mîr û aliyên peywendîdarên hikûmeta herêma Kurdistanê karûbarên êzidiyan li navxwe û derveyî welêt birêve bibe.Nêçîrvan Barzanî di axavtinekê de got ku ew bi timamî piştevaniya pêkanîna Civata Êzidiyan dike û got jî ku hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye bi her awayî piştgiriya amadekirina kongreya pêkanîna wê civatê bike.  Barzanî got ku pêkanîna Civata Êzidiyan pêngaveke ji bo parastina taybetmendiyên kulturî û olî yên êzidiyan. Serowkezîr got: ”tu kes nikare nasnameya neteweyî ya êzidiyan ku kurd in bixe jêr pirsiyarê.Di dîrokê de êzidiyan, ji bo parastina ziman û nasnameya xwe ya neteweyî û taybetmendiyên olî,  gelek bac daye. Ya ku terorîstên DAÎŞ di heqê êzidiyan de kirî ji kîmiyabarana Helebce û enfalan nekêtir e. 

Back to top button