Civak

Serokwezîr projeyên xizmetguzariyê vedike

Qayimqamê bajarokê Zaxo Xelêl Mehmûd ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e îro Nêçîrvan Barzanî yarîgeha Zaxo ya Navdewletî veke. Ew yarîgeh bi 20 milyon dolaran hatiye avakirin û cihê 20 kesî tê de heye.”Wek Xelêl Mehmûd dibêje ev yarîgeh diyariyeke din a Serokwezîr e, ku mebesta wê giringîdan bi ware werzişê.Qayimqamê bajarokê Zaxo wiha got: “Tunêla Geliyê Zaxo li gundê Tirkija li sînorê nahyeya Batêlê jî dest pê kiriye û dê xizmeta deverê bike.”Wek Qayimqamê Zaxo agahî da, di 2 salên borî de gellek proje li Zaxo û derdora wê bo xelkê hatine bicihkirin, wek projeya ava Zaxo ku 25 milyon pê çû, projeya Zankoyê 88 milyar dînar, nexweşxaneya giştî 200 qerwîleyî 52milyon dolar pê çû, herwiha 3 pir, û projeya çêkirina overpasa Zaxo bi 31 milyar dînaran ku niha di qonaxa cihbicihkirinê de ye, hevdem projeya avakirina parka Zaxo bi 104 mlyar dînaran pê çû.Herwiha li gorî agahiyan piştî derbasbûna kirîza darayî ya li Kurdistanê, dê gellek piroje li Zaxo werin cihbicihkirin.

Back to top button