Barzanî daxwaza pêkanîna dezgehekî ji bo pirsa serxwebûnê dike
Di civîna dawiyê de ya ligel aliyên siyasî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî banga pêkanînan odeya hevahengiyê ji bo encamdana referandûmê û biryardana xelkên Kurdistanê, li wan kiriye.
Beşdarbûyekî civînê aşkere dike ku, Serok Barzanî tekez li ser piştgiriya navdewletî kiriye, di rewşekê de eger bê û xelkên Kurdistanê biryara serxwebûnê bidin.
Li gor zanyariyên heftenameya Bas, gelek welatên cîhanê peyama piştgiriya xwe derbarê biryara gelê Kurdistanê de pêşkeşî Serok Barzanî,.
Gelek welatan jî di şerê li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) de, bi çek alîkariya Pêşmergeyan kirine, peyama piştgiriya serxwebûna Kurdistanê jî gihandine Serok Barzanî.
Nûnerê Tevgera Îslamî, ku yek ji beşdarbûyên civîna aliyên siyasî ligel Serokê Kurdistanê bû, Ebdulla Wertê ji heftenameya Bas re ragihandiye ku, Serok Barzanî di civînê de bang li hemû aliyên siyasî kir ku, proje û bîrokeyên xwe derbarê pirsa serxwebûnê û encamdana referandûmê li navxweya Kurdistanê û navçeyê Kurdistanî yên madeya 140 ê, heta ku li ser bingeha wan proje û bîrokeyan odeya hevahengiyê pêk were daku kar li ser karûbarên serxwebûna Kurdistanê bike.