Cîhan

Serxwebûna Kurdistanê mijara navnetewiye

Li Polonyayê asta zanistî û siyasî de pirsa serxwebûna Kurdistanê hate gotubêj kirin.Li zanîngeha Jagiellonian li bajarê Krakov yê Polonyayê semînerek girîng ji bo pispor û akademisyena hate amade kirin. Di vê semînrê de taybetî li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê hate sekinandin.pisporan birêve çû, ku taybet bi pirsa serxwebûna Kurdistanê.Ew semînar ji aliyê zanîngeha Jagiellonian û Nawenda Kurdi ji bo Ragihandin û Zaniyariyan hatibû li darxistin.Ofîsa Nûneratiya Hikûmeta  Kurdistanê li Polonyayê çavdêriya semînarê dikir.Di semînarê de10 kes ji mamustayên zaningehê pisporên yasayî yên navdewletî ji çend Zanîngehên Polonyayê beşdar bûn û çend pirs nirxandin, wek gelo piştî bidestanîna serxwebûna Kurdistanê, dê rewşa navdewletî û yasayî derbarê Herêma Kurdistanê ku çawa dibe li ser nimûneya wan rêkeftinên di navera Polonya û Iraqê de heye?Nûnerê Hikûmeta  Kurdistanê li wî welatî, Ziyad Reûf di wê seminarê de wiha got: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di dema serdana xwe de bo Amerîka got ku, êdî em nema behsa wê yekê dikin ku serxwebûn dê were bidest anîn ya na, niha be hew e ku kengî dê pêk were. Herêma Kurdistanê niha xwe ji darxistina referandûmê re amade dike.”Piştre yekek din ji rêkxerên konferansê bi nave Pavîl Çubîk ji zanîngeha Yagêloniyan wiha got: “Eger cudabûna Kurdistanê li gorî yasayê be, bêguman dê îtîrafeke navdewletî bo serxwebûna Kurdistanê misoger bibe.”

Back to top button