Polîtîk

Pirsgirêkên CHP-ê mezin dibin

Helwesta CHP-ê ya referandumê bû sedemê neweşiyek nû di nav partiyê de. CHP-ê piştî kongreya xwe hinek îşaretên guhertinê dan. Heta xwest cardin raporekî di derbarê pirsa kurd de amade bike. Lê şanda CHP-ê,ya ku serdana Kurdistanê kirî rapora amade kirî desthilatdariya partiyê qebûl nekir.

Niha jî di nav partiyê de tê gotin ku,gelo çima em dibêjin na ji bo guhertinan. Partî nikare sedemê helwesta xwe ji xelkêre bêje. Heta hinek kes di nav CHP-ê de, wê di referandumê de bêjin erê.

Arîkarê serokê giştî û parlementerê Kevin yê CHP-ê Eşref Erdem got ku, helwesta partiyê ya di derbarê guhertina destûrê de zererek mezin dide partiyê. Divê partî vê siyaseta xwe biguherîne. Gelek kes di nav partiyê de dijê helwesta partiyê ne.

Back to top button