Polîtîk
Nêçîrvan Barzanî û fermandarê hêzên amerîkî civiyan
Îro li Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li general Oderno fermandarê hêzên Amarîkayê yên li Îraqê û şandeya pê ra kir.
Di dîdarekê de her du aliyan têkeliyên navbera herêma Kurdistan, Amerîka û Îraqê, bi taybetê di vê demê de ku peywendiyên navbera Îraqê û Amerîkayê ketîne di qonaxeke normal de, gotûbêj kirin.
Barzanî û Oderno behsa hewilên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê kir û tekîêd li ser wê yekê kir ku divê aliyên îraqî bi xwe biryara xwe bidin û lezê li pêkanîna hikûmetê ku hemû pêkhatên Îraqî tê de beşdar bin, bikin.
Her di dîdarê de Nêçîrvan Barzanî got ku herêma Kurdistanê bi peywendiyên dostane û domdirêj bi Amerîkayê re pabend e. Di heman demê de general Oderno tejîd li ser peywendiyên domdirêjên digel Îraqê û herêma Kurdistanê kir