Civak

Kurd li serhildana Mahabadê xwedî derdikevin

Roja 4ê Gulana 2015`an, keçeke ciwan a Mehabadê Rojheilata Kurdistanê , bi navê Ferînaz Xusrowanî ku li Hotêla Tara ya wî bajarî kar dikir ,Hêza Ettelaata Rijîma terorîstîya Îranê dixwastin destdirêjî ya Ferînaz Keça Kurd bikin ,Ew bi sedema parastina xwe ya jêr zexta destdirêjî kirina cinsî de ji qata 4ê ket û jiyana xwe ji dest da.

Em bang li hemû  xelkê Rojhilat a Kurdistanê dikin ku li himberî vê heqaretê dengên xwe bilînd bikin û zextê deynin ser siyaseta Rijîma Terrorîsîya Mellayên Îranê .
Em xemgînî û êşa malbata Ferînaz Xusrowanî , ya heval û dostên wî  parve dikin,Bila serê malbata wî, serê heval û hogirên wî sax be!

Tevgera Şoreşgerên Araratê
8ê Gulana 2015 an

Back to top button