Nivîsar

Têkiliyên Xalit Begê yên bi gel re

Tiştên herî giring ewe ku, Xalit Beg, bi hilbijartina endamên eşiretan buye serokê konfederasyona Cibran.(!)(Nivis-Liderler Topluma güven vermeli (LTGV))

Xalit Beg kesayetek (şexsiyetek) welatparêz u netew perwer buye. Xwedî bîr u bawerî buye. Di heman dem de, bi ol, bi çand, bi ziman  u edetên kürdistanî ve girêdayî buye. Di nav Eşîretê suni u Elewî de qedrê wî gelek bilind buye. Hemu serok Eşîret, bi Xalit begê, pir bawer bune u gotinin wî bi cih anîne u ew gelek ecibandine. Di gelek buyeren de serok Eşîrê Elewî, bê teklif li cem Xalit begê cih girtine.(!) (Nivis-Liderler Topluma Güven Vermeli- minek Rizayê Xêlit u Sêlo yê axê)

Ji bo van teybetmendîyên girânbuha, di devera Serhedê de, çiqas  şêx, mele, serokeşir u rewşenbîr hebune, giştî li gel Xalit Beg ref girtine u di dema dagirkirina Uris de, bi Alayî ya wi re,  ji bo rizgarkirina welatên xwe  beşdarê şer bune. (!)(N-Liderler Topluma Güven Vermeli-minek mele Yusuf)

Xalit Beg, ji bo nakokîyên di navbera  Kurdên Elewî u Sunnî  ji holê rabike, gelek xebat  kirîye. Herweha dema Artêşa Uris jı welatê Serhedê şunve vedikişe,  Xalit Beg ji Hozatê vedigere Gimgimê. Di nav Eşîretên Elewî Avdelî, Kimsorî u Klawsî de  bicîh dibe. Bi wan re, têkilîyên germ saz dike. ji bo pirsgirêkên dı navbera eşiretan de, ji holê rabike gelek xebatan dimeşîne. Ji vî qasî, Keç u xortên Elewî u Sunnî bi hevudu re dizewîcine. (!)(Nvis-Liderler Toplumsal uzlaşmacı ve ileri görüşlü Danışmanları yol gösterici ve fedakar olmalı)

Tê gotin, ku, di vî demê de Li gundê Qalçixê, di mala serokê Eşîreta  Avdelan İsmailê Seyidxan de civînek berfireh saz dibe. Hemi serok eşîr, şêx, beg u ruspîyên heremê beşdarê civîne dibin.Di vî civînê de, Şex Seyîdê Kal ji cîh girtîye. Di civînê de biryar tê girtin ku, Xalit Beg biçe Erzurumê. Lewra, li Bajarê Erzurumê konsolosên dewletên wek Uris, İran u İngilizan hebune. Xalit Beg Ji bo sazkirina tevgera Azadi, bi van dewletan re têkilî çêbike, li çuyîna Erzorumê germ mêze kirî ye u li bajarê Erzurumê bi cih dibe.(1919)

Piştê  bicîh buna Erzurumê, Xalit Beg, bi gelek serok eşêrên kurd yên bi  nav u deng re peywendî sazkirîye. Wek: Evdilmecit Begê Sipki, Kor Huseyîn Paşa yê Heyderî, Ji eşîreta Zirkan Keremê Qolaxasî, Selim Begê Madragê, Qulixan Begê Söylemez ê u Xalit Begê Hesenî.
Xalit beg jı dervayê van serokeşirên Kurd, di Bajarê Erzurum u Qersê de bi hinek Eşiretên Türkmenan re ji têkili sazkiriye. Wek; Serokê eşireta Karakarutê Abbas Begê Qaxızmanê.

Min ji Xiyaseddin kurê Kalıkê xwe yên Evdilqadir gohdarî kir, di dema qirkirina Ermenîyan de, Xalit Beg, li Varto u Muşê gelek Ermeni jı komkujîyê rizgar kirîye. Gava ji Kanireşê (Karlıova) Alayi diçe Melazgirtê, li deşta Muşê, bi sedan Malbat u merovên Ermeni, ji çeteyan  parastîye. Her weha, di navçeya Varto yê de, wê demê  46 malbatên  Ermeni hatine veşartin. Anuha lı Vartoyê nêzî 100 malbatên Ermeni dijîn.(!)

Bapirê min Evdilqadirê Zeynel Abdi dani ziman di got, Xalit Beg, di nav Alayi de gelek bi edalet tevgerîya ye. Ji mêrxas u camêrên nav alayî de pir hez kirîye.

Dema şerê Uris de, li devera Sariqamîşê, Evdilqadır, bi mêrxasiki mezin, êrişê ser leşkerê Uris dike u batarîyek topê, jı destê leşker distine. Lê bi şaşî ti, dewsa Evdilqadir de, xelata lehengîyê didin birayê Xalit Begê Mihmed Emi. U ew, ji alîyê serfermandarê Osanîyan Heci Hemdi Beg ve, tê terfi kirin. Cara duyem; li dewera Milazgirê de, Evdilqadir cardin batarîyek topê ya din, ji destê leşkerê Uris distine. Haci Hamdi beg ji  Xalit Begê dipirse u di bêje, ev topa hanê, ki bi dest xist ye, emê wi xelat bikin.

Xalit Beg di bêje ku ev batariya hanê jî, ewa beriya wexta li Sariqamişê jî,  hatibu girtin, herdu batarîye ji aliyên Evdelkadir u hevalin wî, ji dest leşkerin Uris hatine girtin, lê bi şaşî we xelat dabu birayên minê Mihemed Emin. Emê vî şaşîyê serast bikin u du heb terfîyan bidin e Evdilqadir. Bi rastê wisa dikin u Evdulkqadir ji milazimtîya ewel tînin a sanî u dure, wî dikin yuzbaşî. Bi vî awayê Şaşîtîyê serast dikin.

Piştê şundevegerandina bereyê (cephe) İranê, di navbera Evdilqadir u birayê Xalit Beg Mıhemed emin de nakokî yek derdikeve holê. Fehimê Musa, ku li Qerqebazara Kanireşê dijî, wi ji Zumre Surmelî yê Qerqebazarê, Şekir Bozan ê Cîlîgolê u Hemze yê Sêvika jorîn bihîstî ye u godarî kirîye, Xalit Beg,li ser buyera nav Mıhmed Emin u Evdilqadir, lêpirsin çêdike u neheqîya birayê xwe derdixe holê u wi ceza dike.

Çawa rewşa Xalit Begê  cennetmekan destnîşan dike; Ew li pey mal, mılk, mevqi u meqam ne gerîya ye u her dem xwedî doza xwe bu ye. Di rê ya doza xwe de jî canê xwe feda kirîye u ji dijminên xwe re serî dananî ye.
Divê serokatîya milletan, ji alîy kesên wek Xalit begê mafparêz, adîl, nefs piçuk, mêrxas u zana ve, her dem werin birêvebirin.

Kesên ne xwedî esalet u cesaretê bin, nikarin serokatîya milletan bi domînin. Tim ji milletê xwe re, karesat (felaket) u teşqeleyan diafirînin.Dema dikevin tengasîyan jî, li doza milletên xwe, xwedî dernakevin u Erzan tên firotinê.
Lê belê Xalit Beg ne ji van serokan buye. Ew serokek gelek kur fikirîye u Paşeroja milletê Kurd dîtîye.

CÎHÊ WÎ BUHUŞT BE! Silav u rêz……03.05.2015

Abdulbari Han
Kevneserokê Şarederîya Gimgimê

Back to top button