Naveroka civîna Barzanî û serokwezîrê Kanadayê
Îro şemîyê 02.05.2015ê li balafirxaneya navdewletiya Hewlêrê, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê, bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li Steven Harber serokwezîrê Kanadayê û şanda pê re ku, ji Cîson Kînî wezîrê bergirîyê, Kirîstiyan Paradîs wezîrê geşepêdana navdewletî, Biruno Sakomanî sefîrê Kanadayê yê Iraqê û hejmarek berpirs û şêwirmendên Hikûmeta Kanadayê pêkhatibûn, kir.
Piştî gihîştina şanda mêvan di navbera serokê Kurdistanê û serokwezîrê Kanadayê û şanda pê re hate saz kirin û civînêl de serok Barzanî bi navê xwe û gelê Kurdistanê bi xêrhatina şanda mêvan kir û ji bo wê palpiştî û hevkariya Kanada pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine û dikespasîya gel û Hikûmeta Kanadayê kir.
Barzanî di axavtina xwe de behsa gefên terorîstan û êrîşa wan bo ser Kurdistanê û qehremanî û xweragiriya xelkê Kurdistanê kir. Barzanî balkişand li ser wê yekê ku terorîst li ser mirovayetî, azadî, jiyan, dîrok, şaristanî û li ser paşaroja mirovan gef in, ji ber vê yekê erkê hemû aliyeke rûbiruyê vê diyardeya tirsinak bibe. Serokê Kurdistanê got ku, cihê şanaziyê ye Pêşmerge karî bergiriyê ji Kurdistanê û mirovayetiyê bike û efsaneya DAÎŞê bişkîne.
Serokwezîrê Kanadayê spasyaî hevsoziya serok Barzanî kir û got ku cîhan sersame bi Kurdistanê ji ber ku Kurdistan bi hêz û îradeyekî xûrt bergiriyê ji xwe dike, Pêşmerge jî pêkhatên cudayên neteweyî û olî diparêze û terorîst jî hereşeyekî cîhanîne li ser hemû aliyekî û ji ber van sê sedeman Kanada alîkariya Herêma Kurdistanê û Pêşmerge bike.
Her du alîyan tekez li ser berfirehtirkirina peywendiyên di navbera wan û bilindkirina hemahengî û pêşxistina peywendiyên aboriyan kir. Di beşekî dinê vê hevdîtinê de çawayiya yarmetîdana koçberan û pêdivî û kêşe û giriftên wan guftûgo kirin.
Di civînê de; Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrur Barzanî şêwirmendê konseya neteweyîya Herêma Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir wezîrê Pêşmerge, Kerîm Sincarî wezîrê navxo, Elî Sindî wezîrê Plandananê, Derbaz Kosret Resul wezîrê avadankirin û nîştecîhbûnê û Felah Mistefa berpirsê fermangeha Ppeywendiyên derve amade bûn.