Çi di çanteya Barzanî de ye bo Amerîkayê

Roja şemiyê 02.05.2015ê, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî,  bi serokatiya şandeykê bi rêya firokxaneya navdewletiya Hewlêrê ber bi Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîkayê û çend welatekî Ewrûpayê bi rê ket.

Di vê serdan xwe da serok Barzanî û şandeya pê re dê digel serokê Amerîkayê Obama û cîgirê serokê Amerîkayê û berpirsên balayên Hikûmetê û civata Pîrên Amerîkayê û çend welatekî Ewrûpayî biciv.

Şerê dijî terorê, serkeftinên pêûşmergeyê Kurdisdtanê li bereyên şerê dijî DAÎŞê, pêwîstiya pirçekirina pêşmerge, bi btaybetî çek û cebilxana giran, serokê Barzanî dê di civînê xwe de digel berprisên Amerîkayê behis bike.

Weke hatiye zanîn yek ji mijarên Barzanî digel serok û cîgirê serokê Amerîkayê behis bike meseleya serxwebûna û dewleta Kurdistanê ye.

 Serok Barzannî, piştî Amerîka ku heftiyekê li wir dibîne, dê serdana Komara Çekê û macaristanê jî bike.

Mesrur Barzanî Şêwirmendê konseya ewlekariyacneteweyîya  Kurdistanê, Qubad Talebanî Cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir wezîrê Pêşmerge, Fuad Husên serokê dîwana serokayetiya Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Derbaz Kosret Resul wezîrê avadankirin û nîştecîhkirinê û Felah Mistefa berpirsê fermangeha peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di vê serdanê de digel serok Barzanî dibin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: