Dadgeha Zinar û Epozdemir dawî bû
Nivîskar Zeynelabidin Zinar li ser Jîneweriya Derwêşê Sado pirtukek nivîsîbû. Di vê pirtukê de tiştên ku Derwêş di derbarê Nivîskar Şakir Epozdemir de gotî bû babetê minaqeşeyek tund di navbera Epozdemir û Zinar de. Heta hinek nivîskarê wek Zinar Soran jî bi awayekî tevlî vê minaqeşeyê bûn.
Nivîsên Şakir Epozdemir û Zeynelabidîn Zinar hemû di Rojevakurd de hatin weşandin. Herweha nivîsa Zinar soran jî ya li ser vê babetê di malpera Rojevakurd de hatibû weşandin.
Zeynelabidin zinar di derbarê Şakir epozdemir de dadgehek li Tirkiye doz vekirîbû.
Îro di vê derbarê de Zeynel Abidîn Zinar daxuyaniyek rîkir ji Rojevakurd re. Em vê daxuyaniya Zinar wek xwe diweşînin.
Daxûyaniya Zeynelabidin Zinar:
DADGEHÊ SEZA DA ŞAKIR EPOZDEMIR
Îro Dadgeha Stembolê ya ”29. Asliye Ceza Mehkemesi”yê, (Dosya: 2014 348 Esas, Tarixa Rûniştinê: 21/04/2015, Celse No: 2) sezayê 90 rojî pere û heta pênc salan bi mercê ku sûcekî din neke, pênc sal jî sezayê girtigehê da Şakir Epozdemirî.
Çewa ku tê zanîn, du sal berê dema pirtûka min a bi navê ”Jîneweriya Derwêşê Sado” derketibû, min hin gotinên Derwêşî yên li ser Şakir Epozdemirî ku gotibû, di nêv kevanekê de nivîsîbû.
Şakir behsa hevalê xwe Derwêş nekiribû lê gelek peyvên bêtore li ser min weşandibûn. Dema min daxwaz jê kir ku ew lêborîn ji Raya Giştî û ji min bixwaze, hîn zêdetir tore bûbû û gelek gotinên bêedebî ji min re gotibûn û nivîsên xwe li 17 malperan jî dabû weşandin.
Min gotinên Şakirî wergerandin tirkî û doz lê vekir.
Dadgehê îro birayara dawin da û seza da Şakir Epozdemirî.
Lê belê ez ê dozeke dî jî ya qerebûtiyê lê vekim û ez ê daxwaz ji wan 17 malperan jî bikim da ew nivîsên Şakir Epozdemîr ji malperên xwe bavêjin.
Di pêş de ez ê berfirehiya biryara Dadhekê bo Raya Giştî eşkere bikim.
Stembol 21/ 04/ 2015
Zeynelabidin Zinar