Sînorên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê tên tundkirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li heyeteke Îranî kir û di wê hevdîtinê de behsa tikiliyên navbera Îran û Kurdistanê û bihêztir kirina tikiliyên han jî hate kirin û tekez li ser baştir parastina deverên sînorî hate kirin.

Îro çarşemê 22-4-2015 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel heyeteke Îranî ya bi Serokatiya Fermandarê giştî yê hêzên pasewanên sînor ên Îranê Serdar Qasim Rezayî kir.

Di hevdîtinê de ku hijmareke rayedarên Îranî, Kurd û Îraqî jê tê de amade bûn, heyeta mêwan jiber afirandina derfeta hevdîtina han spasiya Serokwezîrê Kurdistanê kir û pişt re derbarê rewşa deriyên sînor û navçeyên sînorî bi giştî zaniyariyên berfire pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê kir.

Her di hevdîtina han de behsa tikiliyên navbera Îran û Kurdistanê û bihêztirkirina tikiliyên han jî hate kirin û tekez li ser baştir parastina deverên sînorî hate kirin.

Di beşeke din ya hevdîtina han de Serokwezîrê Kurdistanê jî spasiya heyeta Îranî kir û behsa tikiliyên dîrokî û kevnar yên di navbera Kurdistan û Îranê de kir û tikiliyên han bi baş û girîng wesif kir

Nerîna min :