Barzanî: Emê tola wan şehîdên xwe bistînin
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Nûçeya diltezîna şehîdkirina sê Pêşmergeyên dîlgirtiyên destê terorîstên Da’îş, ku ji aliyê wan terorîstan ve bi awayeke dirindane hatine şehîd kirin, me xemgîn kir.
Sozê ji malbata wan şehîdên me didîn ku xwîna şehîdan bi vala naçê û tola wan wê bê kirin û rê nadîn ew tawana terorîstan li ser ve biçê û sizaya vê karê dirindane û hemû kirdarên wanê çepel werdigrîn.
Bi piştevaniya xwedayê mezin û gelê xweragiriyê Kurdistanê, ewên bi vî awayî Pêşmergeyên Kurdistanê şehîd dikin, berê dîtine û niha û paşarojê jî dibînin ku çawa destê tolgirtina Pêşmergeyên me yên qehreman digihe wan.
Bi vê xemgîniyê di destpêkê de serxweşiyê li xwe dikîn, paşê li malbatên serbilindên şehîdan û gelê Kurdistanê dikîn. Şehîdbûn li rêya gel û nîştîman, serbilindiye, êdî ew şehadet bi gulle bê, yan bi agir, yan bi peta sêdarê be.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21.03.2015