Polîtîk

D.X.B: Alîkariyên Barselona gihîştin penaberan

Gelek mixabin hinek kes hene ku çavê wan berayî nayê ku ew hemû kar û çalakiyên berfireh dezgehekî Kurdistanî dibînin. Em li demek de ku rêxistinên navdewletiyan û ajansên N.Y. û kesayetî û civaka navdewletî rojane destxweşiyê li xizmetguzariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin. Gotara dawî ya birêz Emmanuel Gignac Berpirsê Yekemê Komîsyona Bilinda Penaberên Cîhanî li Kurdistanê ku dibêje: “Cihê şanaziya me ye hevbeşê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bîn li gihandina hevkariyên ji bo penaberan û koçberan” û her wiha dibêje: “Em sersamîn bi karên meydaniyên wan û karmendên meydaniyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û ew hewlên wan yê bi navê koçber û penaberan bilind dinirxînîn. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rolekî mezin dîtiye li yarmetîdana koçber û penaberan û eve jî cihê destxweşiya me û rêxistinên N.Y û aliyên hikumî û civaka navdewletî bûye”, Bi derveyê vê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi sedema kar û çalakiyên berfireh bi berdewamî ji bo konferansên navdewletiyan tê vexwendin.

Li bira we ye ew kesên pê dilxweş bin tometên ne rewa ji bo me hildibestin, em bawerin kesên kêm reşbîn nebê her takekî civaka Kurdî hest bi şermezariyê dike li asta van cûre tometan. Berî demekî niha birêzek tometa ewe helbestibû qaşo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariyên yaneya Barselona bi navê xwe belav dike. Ji bilî bersîva me ya kirdarî bi dabeşkirina hevkariyên yaneya Barselona li ber medya û bi amadebûna Nûnerê Yaneya navbihurî wê gileyiyê rûbirû dostekî xwe kiriye. Li bersîvê da ev rêzdar got:”Li rastiyê da her çî hesta mirovî û Kurdayetî hebê îro şanaziyê bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve dike. Ev nûçeya me jî ne hîç ji karê mirovî û ne hîç ji karê rêxistinî dizanê eger na mezintirîn destkeft li karê mirovî eweye ruyê rêxistin û ajansên miroviyên mezin eweye berev hejaran û lêqewimiyên welatê xwe wergêrî.

Li van rojan de yek ji rûpelên facebook li Kurdistanê derewekî şaxdar belavkiriye û belge jî ji bo wê dirustkiriye ku qaşo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 4000000 çar milyon dînar bexşiye hunermendekî Kurdistanê. Ji bilî wê yekê ku me rêzekî bêpayan ji bo tevahiya hunermendên Kurdistanê heye û her demekî jî daxwaz ji me kiribin xwebexşane me hevkariya wan kiriye. Lê belê ser li berê vê nûçeyê û belgeyên sexte bi derew dixîn û dilsozên karê mirovî û dezgehê jî agahdar dikin ku em rêkarên yasayî li ber digrin. Baştirîn bersîv jî ji bo van tarîbînan berdewamiya dane bi kar û çalakiyên xêrxwaziyê û soz jî bi hemû dost û Kurdistaniyan didin dezgehê bikîn mînakek ku berdewamî mirovayetî pêve şanazî bike.

Li gel rêz da

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî

18/03/2015

Back to top button