Polîtîk

Erebên Musilê dixwazin li ser Herêma Kurdistanê bin

Îro çarşem 18.03.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şanda hoza Hedîdî bi Serokayetiya Ehmed Mehmed El Werşanî kir.

Di hevdîtinê de şanda mîhvan spasî Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin ku navçeyên li bin destê Da’îş rizgar kirine û pêzanînên xwe ji bo qehremanî û qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hebû û gelek bi tundî wan tawanên diltezîn şermezar kir ku terorîstên Da’îş derheqê pêkhatên olî û neteweyiyên Parêzgeha Nînowa û xuşk û birayên Êzîdî û Mesîhiyan encam daye.

Şanda hoza Hedîdî ku nîştecihê Parêzgeha Nînowa û dewrûbera nahiyeya Wankê û Bendava Musilê ne, wê yekê bi Serok Barzanî ragihand ku amadehiyeke tevahî heye ku mil bi milê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê navçeyên xwe biparêzin û şerê terorîstên Da’îşê bikin û çarenûsa xwe bi Herêma Kurdistanê ve bibestin û daxwaz kirin navçeyên wan bixin ser Herêma Kurdistanê. Her wiha ji bilî balkişandina li ser terorîstên Da’îş ku destê wan bi têkdan û şêwandina rewşa civakî û kuştin û birîna xelkê bêtawan de hebûye, behsa muameleya rewştbilindî û ehlaqê bilindê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin ku li gel runiştvanên navçeyê û xelkê Erebên deverê hatibûn azadkirin.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û spasî helwêsta wan kir û balkişand li ser wê yekê ku ew tawanên terorîstên Da’îş encam dane li tu cîhekî û dîrokê da rû nedane. Eve jî xisterû ku gelê Kurdistanê xwediyê çand û kultûra pêkvejiyan û rewşta bilinde û tu cûdahiyek li navbera Misilman û Mesîhî û Êzîdî û Ereb û Kurd û pêkhatên din de tûne. Serok Barzanî tekez li wê yekê jî kir ku ewên destên wan li gel Da’îş de hebûbê û hevkarê Da’îşê kiribê û hizra Da’îşê pejirandibe bi tu awayekî nabê vegerê navçeyên azad kirî. Terorîstên Da’îş jî tu paşarojeke xwe li navçeyê de tûneye û ji navçûna wan tenê bi demê ve girêdayiye. Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku pêwîste xelkê navçeyê li jiyanekî bextewer da bijîn û rêz li îradeya runiştvanên navçeyê bê girtin û ew bi xwe biryara çarenûsa xwe bidin.

Back to top button