Polîtîk

Ermenîstan Konsolxaneya xwe li Kurdistanê vedike

Berî nîvroya îro çarşem 18/3/2015 birêz Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Lêvon Sargsiyan Nûnerê Taybetî yê Hikûmeta Ermenîstanê û Karîn Girêgoriyan Balyozê wî welatî li Bexda kir.

Di hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Hikûmeta Ermenîstanê silav û rêzên Serok Komar û Serok Wezîrê welatê xwe gihand Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê û tîşk xiste li ser peywendiya kevina di navbera her dû gelê Kurd û Ermen û xalên hevbeşên di navbera her dû gelan kir û amadehiya welatê xwe ji bo dirustkirina peywendiyekî bi hêz û pitew li navbera Hewlêr û Yerîvanê da derbirî û ji bo vê mebestê jî balkişand li ser wê yekê ku ew amadene komîsyonekî hevbeşa dostayetiyê li navbera Herêma Kurdistan û Ermenîstanê da dirust bikin bi awayekî kar li ser hejmarek babetên wekî rewşenbîrî û bazirganî û aborî û warên dinê li navbera her dû aliyan da bike.

Şanda mîhvan her wiha wê yekê bi Nêçîrvan Barzanî ragihand ku li paşaarojeke nêzîk da konsolxaneya Ermenîstanê li Hewlêrê vedikin û her wiha hêla asmanî ya Ermenîstanê jî li navbera Hewlêr û Yerîvanê da dest bi geştan dike û balkiaşdn li ser wê yekê ku kertê taybetî yê Ermenîstanê amadeye li Herêma Kurdistanê sermayeguzariyê bike û ji bo vê mebestê jî daxwaza hevkarî û hêsankariyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

Ji aliyê xwe ve Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan, spas û pêzanînên xwe ji bo Serok Komar û Serok Wezîrê Ermenîstanê derbirî û pêşwaziyê li biryarên di derbarê vekirina konsolxaneya welatê xwe li Hewlêr û destpêkirina geştên asmaniyên hêla asmanî ya Ermenîstanê ji bo Herêmê kir û piştgîriya xwe ji bo dirustkirina komîsyona hevbeşa dostayetiya di navbera Herêma Kurdistan û Ermenîstanê derbirî û balkişand li ser wê yekê ku hemû hevkarî û karhêsaniyek pêşkêşî wan karsazan û sermayedarên Ermenîstanê dikin ku dixwazin veberhênanê û sermayeguzariyê li Herêma Kurdistanê bikin û ji bo vê mebestê jî ew komîsyonek li navbera Hewlêr û Yerîvanê da dirust dikin. Dikarin wan babetan bi awayeke rêkupêk guftûgo bikin û wan waran diyar bike ku her dû alî dikarin kar li ser bikin û Hikûmeta Herêmê jî amadeye li gor yasayên sermayeguzarî û veberhênana li Herêmê, hevkariya wan bike.

Birêz Nêçîrvan Barzanî li beşekî dinê axaftina xwe de tekez li ser girîngiya peywendiyên siyasî, aborî, civakî û zanistiyên di navbera Herêm û Ermenîstanê da kir, bi taybetî li warên danustandina şand û dabînkirina bursê xwendinê ji bo xwendekarên Herêma Kurdistanê li zanîngehên Ermenîstanê, ku eve jî diçê çarçêweya dirustkirina peywendiya dû alî ya li navbera Hewlêr û Yerîvanê da.

Back to top button