Polîtîk
Barzanî û Cibûrî rewşa Iraqê nirxandin
Îro çarşem 18.03.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Selîm El Cibûrî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şanda li gel kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û her wiha rewşa bereyên rûbirûbûna terorîstan li parêzgehên Diyale, Enbar, Kerkûk, Selahedîn û Nînowa xistin ber behs û guftûgoyan û di derbarê serketinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistan û hêzên emnî yên Iraqê û hozên Ereban û Heşdî Şe’bî de axivîn. Her li vê kombûnê da tekez li ser azadkirina bajarê Musil û navçeyên dinê li bin destê terorîstên Da’îşê kirin.
Li mijareke dinê hevdîtinê tehdîdên li ber Iraqê û çawayiya hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên siyasiyên Iraqê yên li proseya siyasî û çaksazî û qonaxên piştî şerê Da’îşê guftûgo kirin.