Serdozgerê Silêmaniyê xwekuşt
Serdozgerê berê yê Silêmaniyê duhî di mala xwe de xwe kuşt û wesiyetnamyek li paş xwe hêlaya lê di wê wesiyetnameyê de sedemên xwekuştina xwe aşkere nake.
Fuad Miheme Tewfîq serdozgerê berê yê bajarê Silêmaniyê, başûrê Kurdistanê, duhî li mala xwe fîşekek bi demancê li ser xwe de û dawî bi jiyana xwe anî.
Li gor polîsê Silêmaniyê ew bûyer duhî, roja îniyê saet heştê sibê qewmiye û wesiyetnameyek ku, serdozgerê berê yê Silêmaniyê li paş xwe hêlaye ketiye destê polîs û ew di wesiyetnameya xwe de dibêje: ”Pirşing (hevjîna wî) can daxwaza lêbihurînê dikim ku di vê rojê de min dawî bi jiyana xwe anî, hêvî dikim min efu bike.”
Herwesa ew di wesiyetnameya xwe de dibêje:”Ew pereyên min ku, 20 milyon dînar in weke alîkarî bi rêya dr. Haje bidin nexweşxaneya Hîwa û eger îmkanên we hebin min li bajarê Helebce veşêrin. Daxwaza lêbihurînê ji kesûkar û hevalan dikim.”
Li gor malpera NRT, Polîsê taybet bi nehêlana tawnan, li cîyê bûyerê qalika fîşekekê û demnacek û wesiyetnameya dîtine û li ser wê bûyerê lêkolîn berdewam e.