PAKê bersiva dadgeha bilind da

PAKê bersîva Serdozgerê Dadgeha Bilindda û nav ûdestûr û bernameya xwe neguhert

Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) rêzdar Mustafa Özçelik û bireveberên PAKê, bersîva  hiqûqnasên PAKê ya di derbarê ‘’Îxtarname’’ya Serdozgerê Dadgeha Bilind ya Tirkiyê amade kiribûn nirxandin.Û piştî ku şiklê nîhaî dane vê bersîvê, îro(13.03.2015) birêveberên PAKê  li gel vê bersîvê, nav, bername û destûra PAKê jî bêyî ku tu guhertinan  tê de  çêbikin, careke din wek xwe teslîmî Serdozgerê Dadgeha  Bilind kirin.

PAK bi vê minasebetê careke din bangî Dewleta Tirkîyê dike ku, hebûna milletê Kurd, Kurdistanê û zimanê Kurdî qebûl bike û di qanûnesasîyê û di qanûnan de bicîh bike.

PAK dibêje li şûna  ku  Dewlet Kurdbûnê  dê bi ‘’nîjadperestîyê’’ sûcdar bike, bila temema qanûnan û qanûnesasîyê  biguhere û rêya azadîya ramanî û birêxistinbûyînê veke.

PAK dibêje, êdî dest ji van fikrên paşdemayî berdin û jibo ku  bi awayekî demokratîk rêya çareserîya pirsa Kurdistanê vebe, gava bavêjin.

PAK dipirse, gelo kî ye ‘’nîjadperest’’? Ewên  ku dibêjin  Kurd û Kurdî  rastiyeke xwezayî, etnîkî û  dîrokî ye ‘’nîjadperest’’; an ewên ku xwestine  Kurdan û temama etnîsîteyan, temama gelan di nava ‘’Tirkayetîyê’’ de asîmîle bikin, bimehilînin, tune bikin?

PAK dibêje, li şûna ku Dewleta Tirkîyê daxwaza guhertina nav û bernameya me dike, bila ew bi xwe li gor wan peymanên navneteweyî yên ku îmze kirîye û li gorî maddeya 90î ya Qanûnesasîya xwe tevbigere, Qanûnesasîyê û temama qanûnan biguherîne.

PAK partîyeke meşrû ye. Hêz û biheqbûna xwe ji doza rewa ya miletê Kurd û Kurdistanê distîne.

Herweha PAKê temama pêwîstîyên  qanûnî yên jibo partîyeke resmî pêk anîye û nuha partîyeke resmî ye.

PAK bi rê û rêbazên sivîl, demokratîk, siyasî û girseyî û  li gorî vê bername û destûra xwe ya heyî, dê têkoşîna azadîya Kurdistanê  bimeşîne. 13.03.2015

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê)

Nerîna min :