Polîtîk

Hezek dina pêşmerge çû Kobanê

Hêzeke din ya pêşmergeyê Kurdistanê, ji bo piştevaniya şervanên rojavayê Kurdistanê ber bi Kobaî bi rê ket.

Li gor zaniyariyên wezareta karûbarên pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî roja pêncşemiyê 27.02.215ê bi rêya balefirgeha Hewlêrê ya navdewletî çwaremîm karwanê hêzên pêşmergeyê Kurdistanê ber bi rojavayê Kurdistanê bi rêket. Hêza pêşmerge ku, ji 124 pêşmergeyan pêk tê gihşte bajarê Ruhayê yê bakurê Kurdistanê û dê ji wir ber bi bajarê Kobanî rojavayê Kurdistanê biçin.

Weke tê zanîn yekemîn karwanê hêza pêşmergeyê Kurdistanê, bi biryara serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û pesindkirina parlamentoya Kurdistanê, di roja 28ê çiriya pêşîna 2014ê ber bi bajarê Kobanî çû bûn. Piştî hêzên pêşmerg gihiştîne Kobanî, balansa hêzê bi aliyê hêzên kurdî de daket û insiyatîva ş êrîşê ket dest hêzên hevbeşên kurdî û bajarê Kobanî û gundên derdûra wê ji bin destê terorîstên DAÎŞ rizgar kirin.

Back to top button