Polîtîk

Ocalan banga devjêberdana çekan kir

Li Enqerê heyeta HDPê ya ku diçe Îmralî li gel cigirê serokwezîrê Tirkiye Yalçin Akdogan û hinek wezîrên din yê hukumetê civîyan. Di civînê de parlementerê HDPê Sirri Sureya banga Ocalan ya devjêberdana çekan ragihand.

Ocalan ji bo biryara devjêberdana çekan dixwaze di mehên biharê de PKK kongreyek avarta bicivînê û devjêberdana çekan ragihîne.
Sureya daxwaziyên Ocalan jî ragihandin. Tişta ku Ocalan ji Hukumetê dixwaze evin:

1 – Divê naveroka siyaseta demokratîk bê nîqaşkirin.

2 -Pênaseya astên heremî û neteweyî yên di çareseriya demokratîk de

3 – Teminatên demokratik û zagoni yên hemwelatiya azad

4 – Têkiliya civak û dewletê ya bi siyaseta demokratîk û sernavên ji bo sazbûna vê yêkê

5 – Astên abor û civakî yên pêvajoya çareseriyê

6 – Di pêvajoya çareseriyê de têkiliya ewlehî û demokrasiyê bi awayekî azadî û pergala cemaweriyê bê parastin bê dest girtin

7 – Temînat û çareseriyên zagonî yên têkildarî pirsgirêkên jin, çand û ekolojiyê

8 – Pêşxistina hişmendiya demokratîk a li hemberî pênasekirina têgeha nasnemeyê

9 – Komara demokratîk, welatê hevpar, pênaseyên pîvanên demokratîk ên gel û divê di nava makezagon û zagonan de bi pergala demokratîka piralî bên parastin

10 – Ji bo mayîndebûna hemû maleyên demokratîk makezagonekî nû ye.

Herweha cîgirê serokwezîrê Tirkye Yalçin Akdogan jî ragihand ku ev pêvajoyek dîrokiye. Akdogan got: Hêdî bila kesek bi devê şer xeber nedê. Hêdî çek di rojeva me de tuneye. Em hemû ji bo Tirkiye kar dikin û em hemû bi hevre Tirkiyene.

Back to top button