Cîhan

Navê Kurdistanê dikeve rêza welatên bi hêzên cîhanê

 

Tora CNN ya amerîkî nexşeya welatên hevpeymanan ji bo rûbirûbûna rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) belavdike û navê Kurdistanê jî dixe rêza welatên hevpeymanan, ku navê her yek ji welatên mezin ên wek Amerîka, Brîtanya, Kanada, Tirkiye, Urdun, Misir, Erebistana Sûdî, Behrên, Qeter, Îmarat, Danîmark, Holanda, Awûstralya. Almanya û Frensa têde ye, navê Kurdistanê jî ligel wan welatan amaje pê hatiye kirin.

Herêma Kurdistanê bûye beşek ji hevpeymaniya navdewletî û di Konferensa Munichê de ev yek bi aşkereyî derket ku, Pêşmerge wek leşkerekî welatên bihêz û Kurdistan jî wek welatekî di wê hevpeymaniya navdewletî de ye.

Danîna navê Herêma Kurdistanê di rêza hevpeyamaniya cîhanê de ji aliyê CNN ya Amrîkî ve, ji tiştê li ser axê heye çavkanî wergirtiye û xêreke navdewletî pê nekiriye, ligel wê jî belgeha bihêziya Kurdistanê diyar dike.

 

Back to top button