Civak

Serokwezîr destavêt pirsa elektrîkê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê serdana wezareta elektirîkê kir û digel wezîr û berpirsên wezaretê civiya. Di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr jî amade bû, pirsgirêka kêmiya elektirîkê li herêma Kurdistasn û çewaniya çareserkirina wê pirsê hat gotûbêj kirin.

Di civînê de ku, berpirsên giştiyên elektirîkê yên wîlayetên Hewlêr, Duhok û Silamanî û îdareya Germiyanê amade bûn, wezîrê elektirîkê Ebdulsitar Babekir kêfxweşiya xwe li hember serdana serokwezîr û cîgirê serokwezîr bo wezareta kahrebê diyar kir û hêvî kir ku ev serdan bibde hokarê ku serokatiya civata wezîran zêdetir piştgiriya wezareta elektirîkê û çareserkirina pirsgirêkên wê bike. Pirsgirêk, astengî û pêdawîstirên sektora elektirîkê bi hûrgilê di civînê de hatin behis kirin.

Nêçîrvan Barzanî di axaftinekê de got ku, ev serdana wan bo wezareta kahrebê û dîdar û hevdîtina digel wezîr û berpirsên wezaretê nîşana piştgiriya serokatiya civata wezîrane ji bo kar û xebatên wezareta elektirîkê û bi taybetê bo wezîr û partiya wî (Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê) ye ku di vê dama dawiyê de  ketbûne ber êrîşên mediyayê.

Serokwezîr got ku, arîşe û pirsgirêkên sektora elektirîkê ne yên îro û duhî ne û ew bi tenê ne pirsgirêk û giriftên wezîrê kahrebê ne ku demek kurt dest bi karê xwe kirî, lê ew pirsgirêkên kevin in û li ser hev kombûne. Wezîrê elektirîkê bi tenê ji van pirsan neberpirsiyar e, berpirsiyariya yekem li ser hikûmetê û serokatiya hikûmetê û li ser werokwezîr bi xwe ye.

Barzanê got ku, bajar û bajarok û gundên Kurdistanbê berdewam pêşde diçin û berfireh dibin û rojane pêdawîstiya li ser kahrebê zêde dibe. Ji ber hindê tiştek normale di vî warîde arîşe hebin, lê tevî vê jî hikûmet, wezareta kahrebê û aliyên peywendîdar ji bona çareserkirina pirsa kêmiya kahrebê berdewam di nava xebat û karkirinê de ne.

Serokwezîr di axaftina xwe de eşkere kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê her sal sê milyar doilaran ji bo sektora elektirîkê serif dike.

Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya wezareta kahrebê kir ku, gelek alîkariya pêşmerge kiriye û kahreba gihandiye gelek deverên pêşmerge pêwîstî pê heye.

Back to top button