Dosya

Pêşmerge bi can û xwîna xwe bergirî ji ax û kerameta Kurdistanê kir

 

 

Amadebûyên birêz

Nûnerên welatên biyanî

Nûnerên bankaya navdewletî

Roj baş û hûn hemû bixêr bên

Îro digel we yên birêz, bi hev re, beşdariyê di vê merasimê de dikim ku taybete bi cîbicîkirina wezîfeya pîroza însanî li hember koçber û pemaberan li herêma Kudistanê û herwesa paşeroja welatê me di warê êkonomî, civakî û kirîza îro heye.

Ez dixwaz im sipasiya Bankaya Navdewletî bikim ku daxwaza me ya di warê amadkirina raporekê li ser helsengandina tesîra koçberên navxweyî û penaberên surî li ser warên êkonomî û civakî li herêma Kurdistanê û destnîşankirina wan xerciyên ji encamê kirîzên hene ketine ser milê hikûmeta herêma Kurdistanê cîbicî kir. Sipasiya wezareta pilandanan û cenabê wezîr û aliyên peywendîdar li hikûmetê û Bankata Navdewletî dikim ku ji bona timamkirina vî karî alîkar û hevkar bûn.

 

Birêzan

Piştî sala 2003ê hikûmeta herêma Kurdistanê bername û pilaneke saxlem ji bo îstîqrar û vejandina warê aborî, xweşkirina jiyana hevwelatiyan û geşkirina herêma Kurdistanê di hemû waran de. dana. Pêşkeftin bi lezgînî bi dest hatin û di demek kêm de herêma Kurdistanê bû navendeke geş li ser nexşeya deverê.

Her çiqas berdewam girft û arîşe digel Bexdayê hebûn li ser gelek pirsên hilawîstî ku mixabin, hikûmeta berê ya Îraqê tu gavek erênî ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan neavêt, lê ew pirsgirêk roj bo rojê aloztir kirin.

Ji aliyek din bûyerên Suryeyê û verêja kirîza wê, karîgeriyeke raste-rast li ser herêma Kurdistanê hebû û hijmareke zêde ya penaberan ji Suriyeyê hatin herêma Kurdistanê. Me jî li gor pirensîpên însanî û qanûnên navdewletî pêşwaziya wan kir û li gor îmkanên xwe alîkariya wan kir û hewandin.

Di nava çend salên borî de li navxweyîya Îraqê jî ji ber rewşa aloz û nebûna aramiyê li Îraqê, hijmareke zêde ya hevwelatiyan ji deverên din yên Îraqê ber bi herêma Kurdistanê hatine.

Mezintirîn pêla koçberên navxweyî ji deverên din yên Îraqê bo herêma Kurdistanê sala 2014ê bû. Destpêkê ji ber bûyerên wîlayeta Enbar û Selahedîn û paşî jî dema rêxistina terorîstiya DAÎŞ bajarê Mûsil û çend bajêr û deverên din li Îraqê girtin, timama pêkhateyên deverên jêr desthilata DAÎŞ bûne qurbanê teror, tirs, qirkirinê, bi taybet êzidî û mesîhî.

Vêca êrîşa ji nişkave ya terorîstên DAÎŞ bi çekê pêşkeftî yê Îraqê bo ser herêma Kurdistanê bi dirêjahiya zêdetir ji hezar kîlometroyan, herêma Kurdistanê kêşa nav şerekêne xwestek û pêşmergeyê Kurdistanê bi mêrane wezîfeya xwe cîbicî kir û bi can û xwîna xwe bergirî ji ax û kerameta herêma Kurdistanê kir.

Hemû ew kirîz û alozî di nava demek kurt de qewimîn, berê tu pilanên stratejîk jê re nehatibûn danan. Hikûmeta federala Îraqê jî li ser dirustkirina kirîzan bo herêma Kurdistanê berdewam bû, wê destpêka sala borî miaşê karmendên herêma Kurdistanê birîn û pirojebudceya Îraqê jî xetimand. Bi vî awayî herêma Kurdistanê, tevî kirîza însanî û rûbirûbûna digel terorîstan û parastina aramî û îstîqrarê, rastî kirîzeke êkonomî jî hat.

Hikûmeta herêma Kurdistanê bi timamî di wê baweriyê de ye de ku, ev kirîz dê bidawî be, lê îro me pêwîstî bi civaka navdewletî heye daku zêdetir di warê serbazî de alîkariya pêşmerge bikin û di warê însanî jî de alîkariya pêşkeşî koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene bikin.

Hebûna yek milyon û pênc sed hezar koçber û penaberan, di nava salekê de,  demografiya herêma Kurdistanê bi rêjeya 28% şêlandiye, xelk li herêma Kurdistanê zêdebûye û wezîfeya hikûmeta herêma Kurdistanê di warê perwerde, saxlemî, xizmetkirin, akinîckirin û warên din de gelek giran kiriye.

Îro, li vir, bi rêya konsulxaneyên welatên biyanî, rêxistinên Neteweyên Yekgirtî û hemû beşdarên vê konferensê daxwazê ji civaka navdewletî dikin di hewara herêma Kurdistanê bên û weke pêweîst be alîkarî û hevkariya herêma Kurdistanê bikin .

Ew data û zaniyariyên ji aliyê wezareta pilandananê û bankaya navdewletî ve hatîne pêşkeş kirin, hikûmeta herêma Kurdistanê dê giringiyê pê bide û weke bernameyê kar ji bo helsengandin û çewaniya derbasbûn ji kirîza însanî û êkonomî li herêma Kurdistanê, bikar bîne.

Hikûmeta herêma Kurdistanê bi giringî li wê raporê dinêre, her çiqas encamên wê nedilxweşkerin, lê dê ji bona rûbirûbûn û birêvebirina kirîza însanî û êkonomî alîkariya me bike. Ev rapor karîgeriya li ser herêma Kurdistanê di warê civakî, êkonomî, saxlemî û warên din yên jiyanê nîşan dide ku divê tedbîrên baş bên wergiretin jiber ku li hindek deveran hijmara koçber û penaberan ji hijmara şêniyên deverê zêdetir e.

Hebûna wê hijmara zêdeya koçber û penaberan, tesîreke nerênî li ser jiyana rojaneya hevwelatiyan heye. Bilndbûna buhayê alavan û sotemeniyê û zêdebûna rêjeya bêkariyê, fişareke zêdetir xistiye ser hevwelatiyan û hikûmetê.

Sipasiya helwestê mirovdostaneyê hevwelatiyên herêma Kurdistanê dikim ji bo pêşwazîkirin û hevkarîkirina wê hijmara zêdeya koçber û penaberan, ez dixwaz im bi taybetî sipasiya waliyê Duhokê bikim ku wî û tîma wî bi berpirsiyarî karê xwe kir, sipasiya xelkê Duhokê dikim ku tehemûla wê rewşê kir, bi taybetî wextek dirêj zarokên wan neçûn xwendingehan.

Sipasiya wezareta saxlemiyê ya herêma Kurdistanê dikim ku gelek bi xemxurî karê xwe kir û sipasiya wezareta perwerdeyê ya hikûmeta Kurdistanê dikim ku gelek bi xemxurî li hemû deveran karê xwe kiriye.

Ez dixwaz im wê yekê jî tekîd bikim ku, hikûmeta herêma Kurdistanê li gor îmkanên xwe alîkarî kiriye û wezîfeya xwe bi cî kiriye, lê pêwîstiya me bi alîkariya derve heye û divê Bexda zêdetir alîkariya herêma Kurdistanê bike.

Hikûmeta federal a Îraqê heta niha bi awayekî cidî û pêwîst li pirsa koçberên nav herêma Kurdistanê xwedî derneketiye, di vê demê de, di sala 2015ê de, ji bona pirkirina kêmasiyan di vî warî de, hikûmeta herêma Kurdistanê pêwîstî bi yek milyar û 400 milyon dolaran heye.

Sipasiya welatên hevpeyman û ajansên Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî dikim ku di şerê dijî DAÎŞ de alîkariyên leşkerî û însanî pêşkeş kirine û pitgiriya hikûmet û gelê Kurdistanê dikin, her çiqas ew alîkarîri hember kirîz û bûyeran di asta pêwîst de nîne, lê cîyê sipasî û destxweşiyê ye.

Sipasiya hevwelatiyan û karmendên herêma Kurdistanê dikim, ji bo xweragirî û piştgiriyawan ji bo hikûmeta xwe di vê rewşa dijwar de, ji ber ku îro hevwelatiyên herêma Kurdistanê ji aliyekî ji ber birîna miaşan ji aliyê hikûmeta Îraqê ve, ji aliyek din jî ji ber wî şerê hatiye ser herêma Kurdistanê, weke her deverk din di rewşa şer de ye, timama civaka Kurdistanê ji ber rewşa dijwar û hebûna gelek pirsgirêkan dinale û hevwelatiyên herêma Kurdistanê jiyaneke dijwar û nexweş derbas dikin. Bê guman li hemû deveran, şer û arîşe û pirsgirêk derdeseriyê, malwêraniyê û têkçûna rewşa êkonomî bi xwe re tîne.

Ez dixwaz, li vir, careke din sipasîya pêşmergeyê mêrxasê Kurdistanê bikim û destxweşiyê li wan bkim ku, karîne di cenga dijî hovtirîn rêxistina terorîst de, herêma me weke giraveke aram li deverê biparêz in, pêwîste hevpeyamaniya navdewletî çekê giran û teknolojiya pêşkeftî pêşkeşî pêşmergeyê Kurdistanê bike.

Tê pêşbînîkirin şerê dijî DAÎŞ û kirîza Suriyeyê berdewam bin û jiber wan dê kirîza herêma Kurdistanê jî dom bike. Tê pêşbînî kirin hijmara koçberên navxweyî ji deverên din yên Îraqê bo herêma Kurdistanê zêdetir bibe, ji ber hindê gelek pêwîste bi hevahengî digel hikûmeta Îraqê û civaka navdewletî pilaneke saxlem ji bo bihêzkirina statuya herêma Kurdistanê di hemû waran de bê amadekirin.

Li ser asta Îraqê jî, ev kirîz ji encamê pabendnebûn bi madeyên destûrî û ajotina siyaseta piştguhxistina pêkhateyên din yên welêt û takrewî di desthilatê de ye. Daxwazê ji hikûmeta Îraqê dikin kirîza însanîya koçberên Îraqê û penaberên surî bixe nav karên xwe yên pêşîne, ji aliyê qanûnî ve berpirsiyara yekem ji vê kirîzê hikûmeta federala Îraqê ye. herwesa daxwazê ji Bexdayê dikin ku, ji bona bijênosîdanaskirina tawanên komkujiya êzidiyan û parastina xwîşk û birayên mesîhî rola xwe bilîze.

Tevî astengî û kirîzan, herêma Kurdistanê ji bona pêşvebirina demokrasiyê, îstîqrara siyasî û parastina buhayên însanî, lêbihurînî û pêkvejiyana bi aşitî berdewam dibe.

Me bawerî bi xwe heye û armanca me em êkonomiya xwe ava bikin, armanca me bi berdewamî digel welatên cîran peywendiyên baş hebin û herêma xwe geş bikin.

Hêvîdar im em û hûn û timama civaka navdewletî bikarîn wezîfeya xwe li hember jiyana dijwara koçber û penaberan li herêma Kurdistanê bi cî bikin.

Careke din gelek sipas

 

Back to top button