Polîtîk

Talebanî sekreter, Resûl û Salih jî cîgirên wî

Îro beşdar û endamên kongereya sêyem ya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi tevahiya dengan Celal Talebanî weke sekreterê gişyî yê YNKê hilbijart. Herwesa Kosret Resûl Elî û Berhem Ehmed Salih jî weke du cîgirên Celal Talebanî sekreterê giştiyê YNKê hatin destnîşan kirin.

Weke tê zanîn Yekêtî Niştimanî Kurdistanê di roja yekê xizîranê de kongereya xwe ya sêyem destpêkiriye û ev yanzde roje berdewame. Tê çaverê kirin ku sibê endamên serokatiya YNKê û endamên meclisa rêveberiya wê bên hilbijartin û kongere karên xwe bi dawî bîne.

Back to top button