Serokê Kurdistanê dê li gel Sarkozy û Koshner bicive

Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê roja çardehê vê mehê bi serdanekî fermî li ser vexwendineke fermî ya birêz Nîkola Sarkozy Serokê Fransa digihe Parîsa paytext, ev serdan jî heta heftdehê vê mehê berdewamiya xwe dibê.

Şandeke bilinda Herêma Kurdistanê bi Serokayetiya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Kiştukal(Çandin) û Avdêrî û Wezîra Kar û Karubarê Civakî û Wezîrê Bajarvanî û Geştuguzariya Herêma Kurdistanê serdana Fransa dikin.

Her wiha li vê serdanê de Serok Barzanî li gel Nikola Sarkozy Serok Komarê Fransa û Bernard Koshner Wezîrê Derveyê Fransa û berpirsên bilindên dinê Fransa dicive.

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê pêwendiyên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê dê kurtir bike ku li ser bingeha dostayetiyê hatiye damezrandin û ev serdan bi destpêka qonaxekî nû ya pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransa û Iraq bi giştî tê wesif kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: