Polîtîk

Roja Kobanî ya cîhanî kurd kirin du beş

Îro li roja Kobanî ya cîhanî 01.11.2014ê li gelek bajarên herêma Kurdistanê û li gelek welatên cîhanî ji bo piştevaniya Kobanî kurdistaniyan dest bi xwepêşandanan kir û piştgiriya xwe ji bo pêşmerge û şervanên Kobanî diyar kir.

Li Hewlêrê, li parka Şander jî xwepêşandan derket lê hindek partiyan alayên xwe bilind kirin û sloganên partiyên xwe dan, xwepêşander bûn du beş, ango Yekêtiya Niştimnaiya Kurdistanê (YNK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi alayên partiyên xwe ve xwe dan aliyekî û hemû partiyên din yên Kurdistanê bi alaya Kurdistanê ve xwe dan aliyekî.

Komîteya patiyên Kurdistanî ku ji 43 partiyên her çar parçeyên Kurdistanê pêk tê biryar dabû di roja Kobanî ya cîhanî de ji bo Kobanî xwepêşandanê bikin û di preskonferensekê de daxwaz kiribû bi tenê alayê Kurdistanê bê bilind kirin, lê roja xwepêşandanê dest pê kirî YNKê û PKKê ew biryara komîteya 43 partiyên kurdistanî bin pê kir û alayên xwe bilind kirin û vê yelê jî wisa kir ku partiyên din, bi alaya Kurdistanê xwe bidin aliyekî.

 

 

Back to top button