Serêkanî / Heseke "Rasalayn", Wekî Şî'e bi devê Elî ve behsa wê dikin!
Min hevrêyekî azîzê “Horênî” hebû – Bila zêde li ser navê wî ranawestim – herdem digot: “Ku xalê min li ser Şuî’iyetê nefiyê “Nasiriye” kirin, diçû Şî’eyan kom dikir û axaftinên “Marks” û “Lenîn” dida pişt axaftinên “Elî” û “Husên” û “Fatime” û li ser zimanê wan, ji bo wan vedigerand û wan digiriyand û wan jî ji bo xwe ji ber dikirin!”
Li van rojan da pirsiyara wê yekê gelek ji min tê kirin ku gelo raste dema xwe Elî behsa van şerên niha kiriye?
Ez ku li ser wan hemû vegeranên ku jêre dibêjin sunnet, çi yên Elî û Emer û sahabeyên din (Xwedê ji wan razî bê) be, nêrîna min bi xwe jî heye ku ez gelek li ser rawestiyam, heta li van rojan da çend birayekî Pêşmerge jî her wê pirsiyarê pêşkêşî min kirin. Min dilê wan neşikand û bi erkê xwe zanî ku ji ber xwe ve bersîvê nedim û serî li wan kitêbxaneyên Şî’eyan da bikim, bizanim gelo li wê cîhana pir bi nav rewşenbîriya req dirust kirin û kînê çandin da, çi behs heye? li nav kitêbek da bi navê “Elî di derbarê axir zeman ve çi gotiye?”
(Maza qal Elî an axîr al zeman? / Alcefr ala’zîm/ a’dad alseyîd Elî aşur / tewzî’i dar almutenebî).
Ku kitêb bi ser û ber ve cihê gumanê ye û ew axaftin li wir dane xwedê jî li Quranê da negotiye û hemû behsa zanistî “Xeyb” e û ew zanist jî ji taybetmendiyên xwedayê mezine û hew. Ezê van çend rêzan ji bo we bêxim ber berçav:
(498/ Qal aleyhis selam fîl xudbe albeyan…. “Tum yezhar bil ras alayn recul asfar allun ala ras al qantira fî qetil aleyha sab’în alf sahab mehalî û terc’i al fitne ala al’Iraq we tezhar fitne şehrezur we hel fitne alsema wal dahiye alazmî weltame aldihmau almusemae bilhelhim.”
Wate: (498/ Elî li vê gotarê da ku naskiriye bi gotarî: Bi Rewanbêjî, gotiye: paşê li serêkanî, bi pêşengiya zilamekî reng zer komek peyda dibê û li serêkanî heftih hezar kes têne kuştin û paşê ew têkvedan digihe Iraqê û vê têkvedanê şarezûr peyda dibe, ku têkvedaneke kerre û bêdeng û giştgîr û …) Rûpela 325-326 çapa 2).
Ev çend rêz li cem min wekî axaftinên wî hevrêyî ye! lê belê bi dûrî nizanim gelek ji wan terorîstan ji bo dijayetî kirina Kurd hatine şandin, bi wê eqlê hatibin xapandin û hê jî çavê wan têr nebû bê ji wê xwîna ku qaşo Elî behsa wê kiriye ku li serêkaniyê tê rêhtin. Êdî hun çi dibêjin…
Emer Çingiyanî