Polîtîk

Barzanî piştevaniyeke navdewletî ji bo Kobanê misoger kir

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ragihand ku, ji her kesekî re diyar bû ku kê piştevaniya kobanê kiriye û bi hemû awayekî hewlên jib o wê yekê daye û dibêje, Serok Barzanî piştgiriyeke navdewletî ji bo Kobanê misoger kir.

Siûd Mela Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ji KDP.info re ragihand: “Pirsa Kobanê mijareke navdewletî ye û pir hestiyar e. Ketina Kobanê ketina Gel û navçeyekê ye, her wiha ketina mafên mirovan û serkeftina DAIŞ û terorê ye. Lewma Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewlên mezin dane ku Kobanê nekeve. Pir girîng bû ku Kurdistanê Amerîkî anîn ser xetê da ku bi riya leşkerî û mirovî hevkariya Kobanê bike û nekeve destê DAIŞê.”

Siûd Mela wiha domand: “Ji yekem roja êrişên DAIŞê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê mirovî û leşkerî hevkariya Kobanê kiriye û yekem rêxistin jî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û nivîsingeha Nêçîrvan Barzanî bûn ku gihştîne nava bajarê Kobanê û hevkarî pêşkêşî wî bajarî kirin.”

Sekreterê PDK-Sê ragihand: “Bi tişta ku Serok Barzanî ji bo Kobanê ji aliyê leşkerî û navdewletî pêk anî ye, ji her kesî re diyar bû ku kê hevkariya Kobanê kiriye, ji ber ku Serokê Herêmê piştevaniyeke navdewletî ji bo Kobanê misoger kir. Lê dive niha ew hevkarî bên zêdekirin û bi awayekî berfirehtir li DAIŞê bidin.”

Siûd Mela wiha got: “Hevkariyên Serok Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê bo Kobanê pir hekîmane û serkeftî bûn da ku wê navçeyê ji DAIŞê rizgar bikin.”

Back to top button