Amerîka tu carî herêma Kurdistanê piştguh naxe
Nêçîrvan Barzanî serowkezîrê Kurdistanê, duhî roja şemiyê 27ê îlona 2014ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li du kongresmanên Amerîkayê Adam Kînzinger û Curc Holding kir û di dîdarekê de çend mijarên giringên aktuel di rojeva herêma Kurdistan, Îraq û hermî de nirxandin.
Her du kongresmanên amerîkayî li hember pêşkeftinên herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe diyar kir û got ku, herêma Kurdistanê sud û mifayek gelek baş ji derfeta jinavbirina rijêma diktatoriya Basê wergirtiye û tecrûbe û pêşketinên herêma Kurdistanê ji bo hikûmet û gelê Amerîkayê mînakên serketinê ne ”jiber hindê Amerîka tu carî herêma Kurdistanê piştguh naxe û dê hertim hevkariya wê bike, bi taybetî ku niha hemû cîhana azad li cngekî de ku Amerîka serperiştiyê dike, gelek biwêrane rûbirûyê terorê bûye.”
Kongresmannan herwesa behsa rewşa mirovî ya koçberan li herêma Kurdistanê kir û li hember dihewarçûn û hewandina wê hijmara zêdeya koçberan ji hemû pêkhateyên neteweyî û olî ji navxwe ya Îraq û Suriyê ku ber bi herêma Kurdistanê ve hatine sipasiya hikûmet û xelkê herêma Kurdistanê kir û gotin ku, di vî warî de hikûmet û xelkê Kurdistanê rolek mezin lîstine. Her du kongresmanên amerîkayî tekîd kir ku, dema ew vedigerin bo welatê xwe dê daxwazê ji îdareya Amerîakyê bikin zêdetir piştgiriya herêma Kurdistanê bikin û zêdetir hevkariya hikûmeta herêma Kurdistan bikin daku bikaribe bi awayekî baştir xizmeta penaber û koçberan bike.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê li hember serdana her du kongresmanên Amerîkayê bo herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan da û sipasiya Amerîka, Kongres û xelkê Amerîkayê kir ku her ji destpêka serhildana gelê Kurd piştgirî li herêma Kurdistanê kiriye. Li dor şerê li dijî terorê jî, Barzanî got ku, îro herêma Kurdistanê ji bona parastina aşitî, demokrasî û pêkvejiyanê rûbirûyê hêzeke hovane û tarî dibe. Herwesa sipasiya Amerîkayê kir ku hevkariyên serbazî bi pêşmerge dike û tekîd li wê yekê kir ku pêşmerge pêwîstî bi zêdetir hevkarî û piştgiriyê heye. Barzanî daxwaz ji Amerîka û civaka navdewletî kir ku, bi awayekî cidîtir destê alîkariyê ji bo koçberan dirêj bikin.
Li dor pirsa beşdsrîkirina herêma Kurdistanê di hikûmeta nû ya Îraqê de, serokwezîrê herêma Kurdistanê tekîd kir ku, herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêkan digel hikûmeta Îraqê çareser bike û bibiryara beşraîkirin di hikûmeta Îraqê jî de, ji bo çareserkirina pirsgirêkan derfetek bi serokwezîr Ebadî daye.