Polîtîk

PDKê pirsa postên Bexdayê yekalî kir

Partiya Demokrata Kurdistanê pirsa kandîdên xwe bo wergirtina postan li Bexdayê di hikûmeta nû ya Îraqê de safî kir. Li gor daxuyaniya peyvdarê PDKê, Hişiyar Zêbarî ji bo wergirtina postê wezîrê darayî (fînans) û Roj Nurî Şaweys jî ji bo wergirtina postê cîgirê serowkezîrê Îraqê hatine destnîşam kirin. Her du He Her du endamên polîtbûtoya PDKê; Roj Nurî Şaweys di hikûmeta Malkî jî de cîgirê serokwezîr bû û Hişiyar Zêbarî wezîrê derve yê hikûmeta Îraqê bû.

Berî sê heftiyan di dema ragehandina hikûmeta nû ya Îraqê de, serokwezîrê Îraqê, Hişiyar Zêbarî weke cîgirê serokwezîr û Roj Nurî jî weke wezîrê darayî diyar kiirbûn, lê li gor hindek çavkaniyan, Zêbarî nexwestiye bibe cîgirê serokwezîr û seroaktiya PDKê agadar kiriye. Li ser daxwaza Hişiyar Zêbarî polîtbûtoya PDKê ew her du post ku, pişka wêne, li hev guhartin û Zêbarî dibe wezîrê darayî û Şaweys jî dibe cîgirê serokwezîr.

Back to top button