Polîtîk

Şandeyeke ofîsa Nêçîrvan Barzanî li tixûbê Kobanî

Şandeyeke ofîsa serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bona haydarbûn li ser rewşa koçberên Kobanî li ser tixûbê bakur û rojavayê Kurdistanê ye. Ew şandeya ofîsa serokwezîrê Kurdistanê ji bona pêşkeşkirina alîkariyan çûye wê deverê.

Cewad Siyamend nûnerê ofîsa Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di daxuyaniyeke de dibêje ku, li ser şîreta Nêçîrvan Barzanî çend rojeke ew di nav koçberên rojavayê Kurdistanê li devra Pîrsus, Riha û Dîlok (Entabê) ne û gelek wan lîsteyek ji pêdawîstiyên koçberan amadekiriye û ew dê alîkariya koçberên 360 gundên devera Kobanî bikin.

Siyamend dibêje ku, ew dê mihtaciyên rojane pêşkeşî koçberan bikin û di warê saxlemiyê jî de hevakriya wan bikin û hindî ew  rewş berdewam be ew jî dê li wir, dinav koçberan de, bimînin.

Back to top button