Polîtîk
Tevger:Em eskeriya Tirkan nakin
AGAHDARÎ
Nabe ku ciwanên neteweke ku welatê wan di bin dagirkeriyê de be, ji artêşa ku welatê wan dagir kiriye leşkeri bikin. Divê em xortên Kurdan jî ji artêşa dagirker a Tirkan re leşkeriyê nekin. Helbet wê gelek zehmetiyên vê kiryarê hebin lê welat jî bi xweşiyê nayin rizgarkirin.
Ji ber vê yeke em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê eşkere dikin ku emê ji artêşa dagirker re leşkeriyê nekin û emê di derbarê vê mijarî de di 31.08.2014 an saet 15:00 de li ber Şûbeya Leşkeriyê ya Dîyarbekir daxuyaniya çapemeniyê bidin.
Banga me ji hemû xortên Kurdan re ku tu jî leşkeriyê ji dagirkerên Kurdistanê re nekin û werin tevlî daxuyaniyê bibin.
Tevgera Ciwanên Kurdistanê