Necat Elî: Bi tenê hêzên me Mexmûr û gundên wê rizgar krin
Berpirsê eniya Mexmûrê û endamê serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Necat Elî ragihan ku ji bilî hêzên yekeyên 47 û fewca yekê û lîwaya 10 û hêzên piştevanî û zêrevanên taybet yên serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî, tu hêzekî din tevlî azadkirina devera Mexmûrê nebibû û ewê ku tê gotin piropagende û mûzayedeya siyasî ye.
Necat Elî, Berpirsê eniya Mexmûrê û endamê serkirdatiya (PDKê), li bajarê Hewlêrê di preskonferensekê de ragihand: “Ji ber ku ez berpirsê eniya Mexmûrê bûm, ez red dikim ku ji bilî hêzên yekeyên 47 û fewca yekê û lîwaya 10 û hêzên piştevanî û zêrevanên taybet yên serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî, tu hêzekî din tevlî azadkirina devera Mexmûrê bûbe û ewê ku tê gotin mûzayedeya siyasî ye.”
Derbarê hebûna hêzên din li wê deverê, Elî dibêje: “Dibe ku piştî hatina hêza me û paqijkirina wê deverê ji terorîstan, piştre hêzên din jî hatibin û ji ragihandinê re axivî bin ku rola wan jî di azadkirinê de hebe, lê ev şêlûkirina rastiyane.”
Necat Elî got jî: “Piştî raspardeya serok Barzanî û xwerêxistin û danîna pilanên nû, me karî cardî wan deveran kontrol bikin.”
Berpirsê eniya Mexmûrê, dibêje: “Me dirbên mezin li DAIŞê dane û carekî din nikarin biwêrin û nêzîkî Kurdistanê bibin.”
Li dor rola mediyayê jî Elî dibêje ku, gelek caran vegihastina rewşa eniyên şer ji aliyê saziyê mediya kurdî ve, dibe ew bixwazin rastiya veguhêzin û morala pêşmerge bilind bikin, lê mixabin, ew bi wê isluba xwe armanca xwe bi dest naxin û gelek caran ziyanî jî digehînin bereyên şer. (KDP.INFO)