Dosya

Yan Kurdistan yan neman

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Peyama min ya ji bo we ya bi minasebeta 68mîn salwegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê di vê pêvajoya hesas de ewe ku; lazime tevahiya me hewl ji bo parastina dîroka têjî ji serwerî ya PDKê bidin.

Îro ku Kurdistan ketiye ber êrîşên direndanetirîn terorîstên xwînmij lazime xwe amade bikin bo bi cîh anîna diroşmeya yan Kurdistan yan neman, xwe amade bikin û şan bi şanê hêzên pêşmerge û tevahiya hêzên Kurdistanî planên dijmin û neyaran pûç bikin.

Dema behsa komkujiya xuşk û birayên Kurd ên Êzidî tê kirin ew komkujiya Kurd e û enfaleke din û kîmiyabaraneke dine, çawe enfalgerekan û ew kesên ku xelkê Kurdistanê kîmiyabaran kirin hatin cezakirin bêgoman tawanbarên wan komkujiyan jî ceza dikin, lazime Kurdistan bibe goristana terorîst û tevahiya nahez û neyarên gelê Kurd.

Silav li canê paqêj ya şehîdên me yên nemir

 

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê

Mesûd Barzanî

15.8.2014

Back to top button