Nivîsar

Îran,YNK,PKK û pêvajoya xeter

Piştî Musil ket di destê çekdarên DAIŞê li başûrê Kurdistanê pêvajoyek xirab destpêkir.

Ji ber ku piraniya caran rastî naye gotin mirov li gora siyaseta rojane hezar hizra dike û rastiyê nabêje nirxandinên dirust jî nayên kirin. Belkî jî gelek caran mirov ji bo berjewendiya netewî li ser her tiştekîre digire rastiyê nabêje.

Lê dixweyê ev yek çewte.

Pêvajoya ku bi girtina Musilê destpêkirî ji bo Kurdistanê û taybetî ji bo PDK û Barzaniyan leyiztikek mezin bû. Yek ji wan armancan ew bû ku Hewlêr bikeve û vê yekê ve girêdayî PDK û Barzanî bişke.

Gelek vekirî Îran, YNK û PKK parçeyek ji vê leyiztika qirêj bûn. Ji xwe dema mirov li medya PKKê û YNKê dinêre ev yek gelek vekirî dixweyê. Ji bo vê jî ne hewceye ku ev rastî bête veşartin.

Lê piştî ku serokê Kurdistanê, hêzên pêşmergeyan yên wek hêza Barzan, Gulan , Yek û Zêrewanî rêkirin eniya şer û herweha wek her caran, serokê Kurdistanê, bira, kur, birazî û kes û karên xwe rêkirin refa pêşî ya eniya şer vê yekê manewiyatên pêşmergeyan xort kir.

Mesud Barzanî daxuyanên xwe de vekirî da xuyakirin ku; yan dê hemû hevre bimirin yan dê bi hevre Kurdistanê biparêzin. Vê yekê leyiztikên PKK û YNKê têkbir.

Piştî biryara Amerika û welatên Ewropa ya ku çekan bidin Kurdistanê û hevkariya Yekitiya Ewropa û taybetî alikariya Amerika, Fransa û Britinya rewş di cih de guhert ew pêvajoya ku li dijê Kurdistanê destpêkirî û hinek rêxistinên kurd wek aktorekî rolek xirab leyiztin têk çû.

Piştî biryarên nevnetawî pêvajoyek nû ku di xizmeta destkeftiyên netewî de ne destpêkir. 

Di vê pêvajoyê de li ser daxwazî û helwesta bi biryar ya serokê Kurdistanê Malikî mecbur bû xwe da aliyekî. Hukumeta Bexda jî li gora daxwazî û pêşniyarên Kurdan tê damezirandin.

Ji aliyek din bi dîplomasiyek serkevtî hinek lobiyan ji bo kurdan rolên mezin leyiztin. Îro cîhan hevkariyê Kurdistanê re dike.

Serkeftina Pêşmergeyên Kurdistanê misoger e. YNK di nava xwe de wek beşên di nava vê leyiztika qirêj û yên derê wê di qada siyasî de tê navkirin. Siyaseta PKKê tê zanîn. Hertiştekî ji bo berjewendiyên xwe yên rêxistinî û pêkanina astengan di rêya serxwebûna Kurdistanê de dike.

Di vê pêvajoyê de ya herî girîng dîtina rastiyêye û serkeftina pêşmergeyên Kurdistanê ye.

Bijî Pêşmerge

16.8.2014

Dara Bilek

Back to top button