Elmanya amadeye alîkariya Kurdistanê bike
Îro pênçşem 14.08.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanim Claudia Roth Cîgira Serokê Parlemena Elmanya û şandekî li gel kir.
Li vê hevdîtinê de Cîgirê Serokê Parlemena Elmanya ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û ragihand ku hatime ku guhê me li we bê di derbarê rûdawên vê dawiyê bizanin û ji bo wê yekê bizanîn çawa em dikarin yarmetiya Kurdistanê bidîn, li rûbirûbûna wê tehdîda mezina ku tûşî Herêma Kurdistanê bûye. Cîgira Serokê Parlemena Elmanya ji bilî balkişandina wê hejmara zêdeya koçberan ku xwe spartine Herêma Kurdistanê balkişand li ser wê yekê ku eve giraniyeke gelek mezin li ser Kurdistanê dirust dike ji ber ku pêwîstiya wan bi xorek û derman û cihên hewandinê û her wiha pêwîstiya wan xwendingeh û hatin û çûn û nexweşxaneyan heye eve jî li halek daye ku eve heşt mehe Bexda budçeya Kurdistanê neşandiye. Cîgira Serokê Parlemena Elmanya li şerê dijî terorîstan de spasî rola Pêşmerge jî kir û serxweşiyê jî li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê û malbata wan Pêşmergeyan kir ku li bereyên şerê dijî terorîstan da şehîd bûne.
Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Cîgira Serokê Parlemena Elmanya û şanda mîhvan kir û rêz û pêzanên xwe jî ji bo palpiştiya welatên dostên gelê Kurdistanê ragihand û balkişand li ser wê yekê ku siyaseta me ewe bûye ku pêkhatên neteweyî û oliyan biparêzîn û bergiriyê li xwe bikîn. Bi mixabinî li çend salên derbasbûyî de Hikûmeta Iraqê û hinek welat rêgir bûn ku çek bigihe gelê Kurdistanê bo ku li hember tehdîdekî de bergiriyê li xwe bike.
Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de balkişand li ser wê yekê ku pêwîstiya me bi yarmetiya cîhana azad heye bo ku koçberan bi başî biparêzîn û şerê terorîstan bikîn. Serok Barzanî tekez jî li ser ewe kir ku gelê Kurdistanê aza û xweragire her ji bo wê yekê ji serkeftina xwe ya li dijî dijminan bi bawerin.