Şerî tesîr li ser hinartina nefta Kurdistanê nekiriye
Wezareta samanên xwezayî ya hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de dibêje ku, ew gelek giringiyê bi selametî û parastina emniyeta hemû karmendên sektora neftê û çalakiyên di warê neftê de li herêma Kurdistanê dide û ew rewşa heye tesîr li ser hinartina neftê nekiriye.
Wezareta samanên xwezayî dibêje ku, ew berdewam di nava têkeliyan de ye digel saziyên Asayîşa hikûmeta herêma Kurdistanê li ser rewşa emnî li ser tixûbên herêma Kurdistanê û heta nuha dijmin nikariye çalakiyên warê neftê li herêma Kurdistanê bike armanc, lê weke xweamadekirin, hindek ji çalakiyên lêgerîna neftê li wan deverên nêzîkî bereyên şer bi awayekî demkî hatien rawestandin û karmendên wan jî hatine veguhastin.
Li gor wezareta samanên xwezayî, ev rewşa heye kartêkirin li berhemanîna neftê li herêma Kurdistanê nekiriye û berdewam neft ji bo bazarên navxwe û derve tê hinartin. Wezareta samanên xwezayî li ser hinartina neftê bo benderê Cîhan, li Tirkiyeyê, berdewam e.