Kurdistan bûye modela aramî û pêkvejiyanê

 

Ev gotinên Barack Obama di hevdîtineke rojnamevanî de ligel goşenivî navdar ê rojnameya NewYork Times, Tomas Fredman hatin, di demkê de ku balafirên Amerîka dest bi topbaran kirina çekdarên DAIŞê kiribûn.

Obama di vê hevdîtinê de got: “Herêma Kurdistanê bi awayê ku em hez dikin bibînin pêşketiye. Lêborîna hember mezhebên din û olên din heye di astekî de ku em dixwazin li cihên din bibînin. Lewma em dibînin ku divê em pişrast bin ku ew navçe parastî bimîne.”

Barack Obama diyar kir jî ku, Kurd ji hemû pêkhatên din baştir sûd ji wê azadiyê dîtine ku hêzên Amerîka bi hilweşana rejîma Seddam bi wekhevî bo hemû iraqiyan peyda kir, herwiha dibêje ku niha top li yarîgeha iraqiyane heta mala xwe bi hev re ava bikin.

Obama got: “Em nikarin tiştekî ji wan re bikin ku ew bixwe naxwazin ji xwe re bikin. Artêşa me wiha bihêze ku eger em hemû karînin xwe bikar bînin, emê karibin aramiyê bi heyameke demkî bixine ser arîşeyan. Lê ji bo civakekê ku bixawze het demek dirêj ev aramî bimîne, divê xelik bi xwe biryar bide ku çawa dixwazin bi hev re bijîn.”

Serokê Amerîka roja pêncşema borî, ferman da hêzên azmanî yên welatê xwe da 2 operasyonan li bakurê Iraqê encam bidin. Yekem, êrîş bikin ser wan çekdarên DAIŞê yên ku dixwazin ji Hewlêrê nêzîk bibin. Duyem, wan derbedrên kurdên êzîdî rizgar bikin ku li ser Çiyayê Şingalê bêy av û bêy xwarin asê mane, ji ber ku li bin çiyê çekdarên DAIŞê hebûn.

 

 

Nêrînek

  1. Mixabin Obama ba$ Ereban ango misilmanén tundrew nasnaké, gelo wé &awa bihevre jíyan li Éraqé pékbé,Maliki,ú Assad ú heta Tirkan u gelek dewletén herémi ré u &ek ,u alikari dan ú didin vé réxistina &ete ú hovane ,ú ne mirovahi,mebest u daxwaz,u armanc ewe ku írada Kurd,serxwebúna Kurd ték bibin,bi$kinin,eve e$kere ú ronahíye,nimúne kí bawer dikir ,ku Erebén hovén $ingalé bibin alikaré van teroristan?.Bila ticari baweriya me ne bi Ereban ,ú ne jí bi misilmantiya wan ya sexte bé.Bila Kurd tema$e biké ,ku &awa cihu ,Ísrail bergiri u parastina xwe diké ú pi$ta van erebén bé iman ,u bé wijdan di$kiné.Íro dema yekrézi,yekitiyek neteweyi hatiye.Bira bi xwedé eger em hi$iyarbin,yek dengbin,ni$timanperwerbin tikes nikaré írada me ték bibé.Íro dilé hemú kurdan li hewléré ye,li $ingale,li Konaé ye,li Amedé ye,iro razan u xwew níne,kurd hemu bi heycane,íro em daxwazé ji xwedayé Kurdan dikin ,ku Pé$merg qehreman biparéze,ú bi serbikevé.Íro jíyanbé,mirinbé bila li ser vé Xaka píroz bé.

Nerîna min :